Polîtîk

Serokê hikûmetê bi konseya dozgeriya giştî re civiya

Hewlêr – Di civînê de srokê hikûmetê di axaftina xwe de got ku konseya dozgeriya giştî a herêma Kurdistanê saziyeke gelek giringe û ji bo geşepêdan û aktîvkirina wê hikûmetê pilan û bernameyek amada kiriye.

Serokê hikûmetê got: Em dê gelek giringiyê bi konseya dozgeriya giştî a herêma Kurdistanê bidin daku ew saziye bikare rû bi rûyê gendeliyê û diyardeyên xirab bibe û baştir nûneratiya mafên giştî bike. Endamên konseya dozgeriya giştî, di warê pile û îmtiyazan da, dê heman ew mafê dadweran heye hebe.

Her di civînê de, wezîrê edaletê yê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku struktur û karên wezaretê di ber çavan re derbas dikin û dê ew giringiyeke taybet bi rolê dozgeriyê bidin û nuha wezaret mijûlî amadekirina reşnivîsa qanûna dozgeriya giştî ye .

Back to top button