Polîtîk

Serokê Hikûmetê berdê bingeha kolana 100 metrî ya Silêmanî danî

Îro şemî 11/07/2020 demjimêr 14:30 bi amadebûna Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmetê li bajarê Silêmanî berdê bingeha kolana 100 metrî danî.

Kolana 100 metrî ya Silêmanî li gel torên kolanên lawekî 146 km û proje bi sê qonaxan tê bi cîhkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê 400 milyar dînar ji bo wê terxan kiriye, li qonaxa yekem 32 km temam dibe û paşê dest bi qonaxên din jî tê kirin.

Her wiha kolan ji 7 hevdû birînê pêkhatiye ku çar ji wan mezinin û sê ji wan biçûkin. Her wiha heşt pirên derbasbûnê li xwe digre.

https://www.facebook.com/kurdistan24.official/videos/1925463614251181/

Back to top button