Civak

Serokê Hikûmeta Kurdistanê zengila sala nû ya xwendinê lêda

Bi amadebûna Serok Wezîrê Kurdistanê yek li xwendingeha Behirkê ya Hewlêrê, zengila destpêka sala nû ya xwendinê ya ji bo qonaxa 12 ê amadeyî hate lêdan. Mesrûr Barzanî got: Li gor pêdiviyan wan sozên ku me dane bi cîh dikin.

Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gotarek da ragihand, ji bo parastina selametiya canê xwendekar û mamostayan ji virusa Korona biryar hatiye dayîn qonaxên xwendinê ji bilî 12 ê amadeyî mekanîzma xwendinê ya elektronî bê peyrew kirin.

Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê peyameke ji bo xwendekaran hebû û got: Azadiya vî welatî berhema ked û xebata xelkê pêş me bûye, erkê ser milê me hemûyan eweye vê berhemê biparêzîn. Daxwazê ji we dikim rê nedin hîç kes û hîç tişteke welatê me û dîroka wê ya pir serwerî li ber çavên we bêne neşirîn kirin.

Back to top button