Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani pêşwazî li Cîgira Wezîrê Derve yê Îtalyayê Marina Serini kir.
Di civînê de ku Balyozê Îtalya yê li Iraqê jî amade bû, li ser guherîn û geşedanên herî dawî yên Iraq û navçeyê û hewldanên pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê gotûbêj hat kirin.
Cîgira Wezîrê Derve û Hevahengiya Navdewletî yê Îtalyayê behsa pêwendiyên dostane yên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di warên danûstandina bazirganî û aborî û veberhênanê de nîşan da.
Marina Serini herwiha destnîşan kir ku bi xweşhaliyê ve çaverêya serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Îtalyayê dike û civîna ligel Serokwezîrê Îtalyayê di derfetekê de ku guncaw be ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Îtalyayê ya ji bo hêzên Pêşmerge kir, bi taybetî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, herwiha daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehkirina hevahengî û hevkarî û pêşvebirina pêwendiyên ligel Îtalyayê di hemû waran de cardin anî ziman.