Cîhan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Me civîneke pir baş bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re kir.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 23ê Gulana 2025ê) piştî civîna xwe ya bi Marco Rubio re di konferanseke rojnamevanî de got, ” Me civîneke pir baş bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re kir.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Di civîna min û Wezîrê Derve yê Amerîkayê de, me fêmkirin, dîtin û nêrînên xwe li ser tevaya pêşveçûnên deverê anîn ziman.”

Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Em pir kêfxweş in ku em dibînin piştevaniyeke mezin ji aliyê Amerîkayê ve bo gelê Kurdistanê û ji bo peymanên ku em difikirin dê di berjewendiya tevahiya Kurdistan û Iraqê de bin heye.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Min Wezîrê Derve yê Amerîkayê vexwendiye ku serdana Herêma Kurdistanê bike.”

Di derheqa nêrînên berpirsên Bexdayê li ser peymanên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her du şîrketên Amerîkayî de jî, Mesrûr Barzanî got, “Ew nerînên berpirsên Bexdayê ku li ser vê projeyê didin, ez hêvîdar im ew di berjewendiya gelê Iraqê de li ser wê bifirikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ron jî kir, “Çiqas berpirsên Bexdayê nermbûneke zêdetir nîşan bidin, ew dê zêdetir bibînin ku bizavên me di berjewendiya hemî aliyekî de ne.”

Di derheqa pêkanîna kabîneya nû Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî, Mesrûr Barzanî eşkere kir, “Em dixwazin kabîneya dehê di zûtirîn dem de bê pêkanîn.”

Back to top button