Polîtîk
Serokê herêmê û Serokwezîr diçin Îmaratê
Beşdarî di komcivîna cîhanî ya keş û hewayê dibin.
Biryare îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vexwendina fermî ya rayedarên Îmaratên Yekgirtî ya Erebî biçin Dubayî.
Li gor hatiye ragihandin, armanca serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ev e ku di komcivîna cîhanî ya keş û hewayê de beşdar bibin. Komcivîn ji alî Neteweyên Yekgirtî ve hatiye organîzekirin û tê de rayedarên 200 welatên cîhanê beşdar dibin.
Wê di çarçoveya vê serdanê de Serokê Herêmê û Serokwezîrê Kurdistanê li gel rayedarên welatên beşdar civîn û hevdîtinên dualî pêk bînin.