CîhanRojev

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Fransa dike

Li Iraqê serbazek Fransî di dema erkê xwe pêkdianî bûyereka trafçkê de jiyana xwe ji dest da: Serokê Fransayê Emmanuel Macron da xûyakirin ku, “Serbazekî Fransî li Iraqê di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest da, dema bi erkê xwe yê rahênankirina hêzên çekdar ên Iraqê ve mijûl bû.”

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi minasebeta ku, efserê Fransî jiyana xwe ji dest dayî peyamek ragihand.

Peyama Serokê Nêçîrvan Barzanî:

Ez sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên leşkerê Fransî Baptiste Gauchot dikim ku, di nava hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da li ser erkê xwe bû û mixabin, derengiya şeva borî ji egerê qeza trafîkê jiyana xwe ji dest da.

Ez, di vê dema dijwar da, ji malbatên wan, Serok Macron, gel û hikûmeta Fransayê re sersaxiyê dixwazim û hevsoz û hevxemê wan im. Ez ji Xwedayê mezin dixwazim canê rehmetî bi behiştê şad bike û hedar û aramiyê bi hemûyan bibexşe. Ji hevkarê wî yê ku di heman bûyerê de birîndar bûbû re şîfayê dixwazim.

Gelê Kurdistanê piştgirî û alîkariya hêzên leşkerî yên Fransayê, di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da, bilind dinirxîne ku, ji bo jinavbirina tevahiya terorê piştgirî û alîkariyê pêşkêşî bi Iraq û Herêma Kurdistanê dikin û heta niha jî li ser erkê xwe ne.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

19.08.2023

Back to top button