PolîtîkRojev

Ji xwe şerm bike

Tu rêxistin di cîhanê de nizane weke PKKê insana bi karbîne. Wan di nava xwe de bi awayekî bê rûmet dike, nahêle ew xwe tev bidin, lê dema pêwist dibîne hinek tiştan bi wan dide gotin. Kurtahî hineka li derê mala xwe girêdide û dema pêwistbe ew bireyên û xelkek din tawanbar bikin. Zubeyr Aydar jî yek ji wan e.

Aydar li ser daxûyaniyek ya Elî Ewnî ku endamê serkirdeyatiya PDKê ye, di medya PKKê de daxûyaniyek daye. Aydar dibêje ku sedemê hemû xirabiya PDK ye û nawenda wê de jî Elî ewni heye. Bi vî awayî PDK di hemû warî de tawanbar dike.

Beşek di axftina xwe de Aydar dibêje:“Dewleta Tirk a dagirker di van salên dawî de baregehên xwe yên leşkerî yên ku bi dehan sal in bi erêkirina PDK’ê li Başûrê Kurdistanê hene, zêde kiriye. Di heman demê de dewleta Tirk êrişên xwe yên dagirkeriyê bi rengekî mînakên wê nîne, berfireh kir, ji Dihokê heta Hewlêr û Silêmaniyê bi balafirên keşfê yên bê mirov êrişên sûîqestê pêk anîn. Li Başûrê Kurdistanê ku şebekeyeke mezin a îstîxbarata Tirk jî lê hatibû avakirin, PDK’ê niha bi awayekî eşkere dest bi alîkariya dewleta Tirk kiriye ya ku nikare li herêmên gerîla bi cih bibem; ew bi çêkirina rêyan, bi rêvebirinê û bi alîkariya teknîkî û îstîxbarî vê alîkariyê dike. Daxuyaniya Ewnî îşaret bi asta hevkariya PDK û Enqereyê dike.”

Aydar baş dizanê ku, sedemê arteşa Tirk li hinek deverên başûrê Kurdistanê çiye. Hatine wan beşek ji planên dewleta kûr a Tik û PKKê bi xwe ye. PDK bi sedê cara daye xûyakirin ku, qada şerê PKKê li gel Tirkiye ne başûrê Kurdistanê ye. Sedema hatina Tirkiye ya başûrê Kurdistanê PKK bi xweye. Bi heyîna PKKê li başûrî Kurdistanê û bi vê yekêve girêdayî hatina Tirkiye ya Başûrê Kurdistanê bûye sedema valabûna bi sedan gunda û xelkek nikare li cih û warên xwe bisekine. PKK bi zanebûn bingehên xwe di nava gundan de çêdike û xelkekê dike armanca bombebarana Tirkan. Ew mentalita PKKê ya ku, xelkê sivîl wek mertal bi karbîne li başûr berdewam e. Çewe ku dewleta Tirkiye ne bi îrada PDKê li başûr hinek deveran cih dibe, PKK bi xwe jî ne bi îrada PDKê û desthilata herêma Kurdistanê cih bûye.
Ji aliyek din Aydar baş dizane ku, ji devera Duhokê, heta Silêmaniyê û rojavayê Kurdistanê bi Qmîşlo bi xwe balefirên Tirkiye berpirsên PKKê dike armanc. Gelo ne PKK bi xwe van kordinatora dide dewleta Tikrk? Gelo PKK ji bo hinek kadroyên xwe ji navbibe ne li gel istixbarata Tirkiye di nava hemahengiyekî de ye.?

Aydar şaş bûye ji bo Elî Ewnî gotiye: “PKK li Şengalê çi dike” gelo Aydar dikare bêje PKK li Şingalê çi dike? PKK li Şingalê sîxûritiya Heşda Şeibi yên ku milîsên Îranê ne dike, da ku Şingal tevlî Kurdistanê nebe û Bexdayêve girêdayî bimîne.PKK naxwaze Şingal bikeve di bin desthilata herêma Kurdistanê de.Erka PKKê ev e. Çekdarên PKKê li Şingalê beşek ji Heşda şeibîne û miaşên xwe ji Bexdayê werdigirin.
Aydar û hemû dinya dizane ku, Pêşmergeyên PDKê efsana DAÎŞê li Şingalê şkênand û bi serokatiya Mesud Barzanî bi xwe Şingal azad kir. Herweha Barzanî roja Şingal rizgar kirî, li serê Çiyayê Şingalê konferansek rojnemevanî de ev yek ji bo dinyayê ragihand. Şerme bi van derew û dezenfarmasyona hun vî xelkê dixapînin. Gelo Aydar bi xwe dizane çekdarên PKKê li Şingalê çi dikin? Yên li Şingalê Ala Kurdistanê anîn xwar û nahêlin bilind bibe PKK bi xwe ye.

Di derbarê siyaseta PKKê li başûrê Kurdistanê gelek tişt hene ku bêne gotin, lê car carê nezanek wek Aydar dertêxin ser televizyona û hinek tişt pê didin gotin, mirov bivê nevê dixwaze bersivekî bide. Heyne rastî wek ku dibêjin: “…direyê karwan dibûre”
Tenê pirsek gelo Zûbeyr Aydar maaşê xwe yê Xaneşînî(teqawit) ji Parlementoya Tirkiye werdigire yan na? ev jî pirsek e.

Aydar nivîsa xwe de gotiye: ” Mirov jê şerm dike ” Gelo kesê ji xwe şerm neke çewe ji hinek din şer dike?

Nûçe/ Şirove

Back to top button