Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Qeterê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Xalid Bin Hemed Elsuleytî Balyozê Qeter li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Qeterê, bi taybetî li warê aborî û bazirganiyê da û handana sermayeguzarî û veberhênana Qeterî li warên cûda cûda de li Iraq û Herêma Kurdistanê xistin ber behs û guftûgoyan.

Konferansa Bexda ya ji bo alîkarî û hevbeşî, girîngiya peywendiyên Iraqê li gel welatên hevsû û navçeyê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîngbûn, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Nerîna min :