CîhanRojev

Me li bajarê xwe serkeftin destve anî

Şevîdin yariya fotbolê di navbera tima Tirkî Fenerbahçe û tima Yunanî Olympiakos de li Stanbulê hebû. Di vê yariyê de tima Olympiakos 3-0 li himber tima Fenerbahçe serket.

Piştî yarî dawî hat xwediyê tima Olympiakosê Vangelis Marinakis daxûyaniyek da û got: Em li bajarê Xwe serkeftin. Li gora nûçeya di Sporx ê de hatî ragihandin Vangeliz dibêje: Li Stanbulê li bajarê me,serkeftinek bi vî awayî me destveanî gelekî giring bû.Ev ji bo me serftinek gelek bi naverok û wate bû. Evê serkeftine sala 2012ê dema em li Stanbulê bûyîn şampiyûnê EuroLeague anî bîra min. Min ji berî yariyê ji Zaroyan (leyiztikvan) re got ku eger hun îşiv li vê derê serkeftinekî destve bînin ev ji bo me dibe efsane.

Berdewamiya axavtina xwe de Vangeliz got: Em nasekinin, di qonaxên zehmet de mirov xeyala de dijî,em xeyalên xwe dikin rastiyek. Em vê serkeftina xwe diyarîya hemû gelê Yunanê yên li vî bajarê me dijîn dikin.

Bê guman ev daxûyani di nava Tirkiye û medya Tirkî de bû cihê nexweşiyê û medya Tirki ev yek wek skandalekî nirxand. Tê zanin ku di qonaxê kî de piraniya nişteciyên bajarê Stanbulê Yunani bûn ku li Tirkiye wek Rum dihatin navkirin. Lê piştre piraniya wan bi awayek ne li gora daxwaziya wan ji Tirkiye û Stanbûlê hatin derxistin. Lê heta wek vê gavê jî gelek ji xelkê Yunanê Stanbulê wek bajarê xwe dihesibînin. Niha jî heja gelek Yunanî yanî Rum lu Stanbulê niştecî ne.

Back to top button