PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Fransayê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Eric Chevallier Balyozê nû yê Fransa li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê û hêviya serkeftinê ji bo birêz Balyoz xwest û Serok Nêçîrvan Barzanî bi kurtî di derbarê rewşa siyasî, hilbijartin û pêşbîniyên ji bo paşerojê ya proseya siyasiya li Iraqê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, metirsiyên Da’îş û gefên li ber Iraqê pêşkêş kir.

Her du alî xwestên xwe yên hevbeş yên ji bo pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Fransa derbirî û hevra bûn ku Fransa û civaka navdewletî dikarin hevkar û yarmetîder bin ji bo çareserkirina kêşeyan û parastina aramiya li Iraqê ku bandoreke erênî li ser aramiya navçeyê ve jî heye.

Derfeta veberhênan û sermayeguzariya zêdetirê Fransî li Iraq û Herêma Kurdistanê. rewşa Sûriye û navçeyê bi giştî, mijareke dinê hevdîtinê bû ku birêz Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê jî têda amade bû.

Back to top button