PolîtîkRojev

ENKS êrîşên Ciwanên Şoreşger(çeteyên çekdarên PKKê) şermezar kir

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşên koma bi navê “Ciwanên Şoreşger” ên li ser xwepêşandana Qamişlo û ofîsên ENKSê şermezar kir û ragihand, ew êrîş wan natirsînin.

ENKSê 24ê Îlonê li dijî bilindkirina nirxê sotemeniyê, buhabûna kelûpelan û girtina endam û alîgirên ENKSê, xwepêşandan li çend bajar û bajarokên Cizîra Rojavayê Kurdistanê li dar xistibûn û di xwepêşandana Qamişlo de koma bi navê Ciwanên Şoreşger ên alîgirên PKKê êrîşî xwepêşandanê kiribûn û hejmarek kes jî birîndar kiribûn.

ENKS di derbarê êrîşên Ciwanên Şoreşger de, daxuyaniyek da û got, “Ciwanên Şoreşgêr ku ala PKKê hildabûn, bi dar û kevir û teqemaniyan êrîşî xwepêşanderan kirin û di encamê de hejmareke xwepêşander birîndar bûn û zirarên madî gihîştin mal û milkê xelkê.”

ENKSê herwiha diyar kir: “Di berbanga sibehê 25ê Îlona 2021an, çekdarên bi ser PYDê ve, li ser dîwarê nivîsgeha PDK-Sê ya rojhilatî Qamişlo û dikanên derdora ofîsê slogan û gotinên xirab û îxanetê nivîsandibûn. Herwiha tê zanîn ku ev ne cara yekem e ku çekdarên bi ser PYDê ve, kiryarên bi vî awayî pêk tînin ji revandina endam û alîgirên ENKSê û êrîş û şewtandina ofîsan dikin.”

ENKSê ew êrîş û kiryarên  “Ciwanên Şoreşger” şermezar kirin û xwest, girtî û revandî di zûtirîn demê de bêne azadkirin û destnîşan kir, ew êrş wan natirsînin.

Back to top button