PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Filîpînê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Generoso Calonge Balyozê Filîpînê li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Filîpînê, rewşa revend û destê karê Filîpînî li Herêma Kurdistanê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, rûbirûbûna teror û tundrewiyê, proseya derzîlêdana pejikê û encamên pejika Korona bi taybetî li rûyê aborî ve, hate guftûgo kirin.

Her du alî hevrê bûn ku rûbirûbûna terorê û hizra tundrewî û tundutîjiyê tenê li rêya serbazî ve nayê kirin, belku divê welat li rûyê perwerdehî û kultûrî ve rûbirûyê wê bibin û ew bingeh bibe armanc ku hizra tundrewî û tundutîjiyê û handana terorê têda tê kirin. Her wiha handana netundutîjî û lêborîniyê bê kirin.

Birêz Balyozê Filîpînê balkişand li ser hewlên welatê xwe ya rûbirûbûna hizra tundrewî û terorê û dûpat kir ku welatê wan xwazyare sûd ji ezmûna Herêma Kurdistanê ya ji bo çawayiya rûbirûbûna tundrewî û terorê werbigre.

Çawayiya pêşxistina alîkarî û hevbeşî û warên cûda cûdayên peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Filîpînê, mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Back to top button