Şehîdên tevgera netewî her di bîra me de ne..

29ê Hezîranê 96 mîn salvegera sêdarkirina Şêx Seîd û hevalên wî ye.Belê gelê me îro jî Şêx Seîd û hevalên wî jibîr nake.Di pêşengîya Xalid Begê Cibrî de tevgera Azadî ji bo azadîya Bakurê Kurdistanê biryara serhildanê digire. Lê dewleta Tirkîyê, hîn ku vê serîhildanê dest pê nekirîye, Xalit Begê Cibrî û mebûsê Bitlîsê Zîya Beg digrin.Ji bo ku serîhildan bê amadekarî dest pê bike, dewlet provakasîyonekê pêk tîne û serhildan di 13ê Sibata 1925an de di pêşengîya Şêx Saîd de beriya wextê xwe dest pê dike.

Xalit Begê Cibrî tê gulebarankirin û Yûsif Zîya tê îdamkirin.Pir mixabin serhildana di pêşengîya Şêx Saîd de, bi qetlîama bi hezaran mirovên me ji alîyê dewleta Tirkîyê ve têk diçe.

Şêx Saîd û hevalên wî têne girtin.Di 26ê Gulanê de Şêx Saîd û hevalên wî tînin Dîyarbekirê û li Dadgeha Îstiklalê bi awayekî nerewa û bi dek û dolaban tên mahkemekirin. Dadgeh rê nade ku Şêx Saîd û hevalên wî ji xwe re parêzeran bigrin.Şêx Saîd jî li gel, darizandina 81 hevalên wî mehekê didome.

 Di 28ê Hezîranê de biryar tê ragihandinê û Şêx Saîd jî di navê de 47 mirovên me cezayê îdamê digrin. Çend roj berî ragihandina cezayê îdamê, li meydana Derîyê Çîyê sêdar tên amadekirin. Ji berê de biryar dane ku dê çend kes werin îdam kirin, li gor wê ji bo 47 kesan sêdarên îdamê tên amadekirin.Hîn nayê zanînê ka gorên Şêx Saîd û hevalên wî li ku ne. Heta eşyayên wan yên şexsî jî teslîmî malbatên wan nekirine.

Ev yek hemû û prosesa darvekirina Şêx Seîd û 47 niştimanperwerên Kurd ji aliyê tevgera Kurd ve her sal tê bi bîranin. Lê rastiyek heye ku ji aliyê tevgera azadixwaz a Kurdistana bakur ve wek trajediyeke. Ew jî awayê şirove kirina Tevgera Azadixwaza Kurd a di serokatiya Şêz Sedîd de ye. Tê zanîn ku çepên Tirk jî li gora nirxandina dewleta Tirk tevgera Şêx Seîd şirove dikir û bi awayekî tawanbar dikira û ne wek tevgerek azadixwaz didîtan û ev tevgera netewî wek tevgerek paşverû didan xûyakirin. Gelek mixabin hinek aliyên siyasî jî li bakurê Kurdistanê demek dirêj tevgera Şêx Seîd wek tevgerek ne netewî dinirxandin û bi çavê çepên Tirka li vê pirsê dinêriyan.

Bê guman her bûyerek li gora qonaxê rûdayî tê nirxandin. Lê gelek girînge ku Kurd li ser xetek netewî û Kurdistanî bikaribin li dîroka xwe xwedî derkevin û nirxên Kurdistanî ku ji bo azadiya gelê xwe tevgerane xwedî derkevin û rastiya bûyeran ji xelkê xwe re bidin zanîn. Dijmin gelek bi zanebûn tehrîfatên mezin bûyerên li Kurdistanê rûdane de dikin. Nabê kurd jî bêne leyiztika siyaseta dewletê . Dewleta Tirk her demî li gora îdeolojiya xwe ya fermi bûyer nirxandine. Ew îdeolojiya nijadperest her demî hewldide ku rastiya Kurdistanê û hewldanên netewî li Kurdistanê weşêre û awayek berevajî bide nasandin.

Serhildana Şêx Seîd tevgerek netewî ye û ji bo azadiya gelê Kurdistanê , li himber zilm û zordariya dewleta Tirk şer kirine.

Şêx Seîd û hevalên xwe şehîdên Kurd û Kurdistanê ne.

Ew zihniyeta ku bi nave Kurdistanê serhildana netewî ya Şêx Seîd wek tevgerek paşverû dinarxandan, îro jî bûne tehditek li ser destkeftên netewî û Kurdistanî.

Gerek em dîroka xwe baş bizanin û li gora wê jê tevbigerin.

Şêx Seîd û hevalên xwe, hemî şervanên serhildana netewî ya 1925ê her tim li bîra mene û ala wan a tekoşîne her dive bi destê niştimanperwerên Kurdistanê bê bilind kirin.

29.6.2021

Analîz/Rojevakud

Nerîna min :