Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke peymangeha Spens-a Emerîkî kir

       
Îro yekşem 09/05/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li şandeke Peymangeha Spens-a Emerîkî bi Serokayetiya xanim Elen Lêyîpsin ku dosteke kevina gelê Kurdistanê ye kir.

Li hevdîtinê de, Serokê Peymangehê bi kurtî di derbarê kar û çalakiyên Peymangehê pêşkeşî Serok Barzanî kir û ragihand ku ev serdana Herêma Kurdistanê bi mebesta agahdarbûne ji rewşa Herêm û Iraq û pêwendiyên Emerîka û Kurdistane û li vî warî de şand çend pirsiyarek pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

Serok Barzanî xweşhaliya bi serdana şanda Peymangeha Spens a lêkolînî derbirî û li bersîva pirsiyarek da sebaret bi helwesta Herêmê li ser çawayiya pêkanîna Hikûmeta nû ragihand ku Herêm pê başe her çar lîsteyên veqetandiyên Iraqê Hikûmeta nû pêkbînin û tu aliyek jî neyê îhmal kirin û di derbarê destnîşan kirina Serok Wezîran jî ragihand ku ewê li cem me girîng bê bernameya Hikûmeta nû ye neku ew kese ku post pê tê spartin‌.

Di derbarê yekhelwestiya gelê Kurdistanê jî Serok Barzanî rûnîkir ku berî demeke kurt lîsteyên serketiyên Herêm li ser wê yekê rêkketin bi yek helwestî biçin Bexda û ji bo vê mebestê jî yek şanda me ya gotubêjê dibe.

Li ser rewşa navxweya Herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî dûpat kir ku xweşbextane li Kurdistanê pirgirêka olî û mezhebî tûne û girêdayînûna wana bi destûrê jî merceke ji bo bi yekperçeyî mayina Iraqê.

Ew aştî û xweşguzeraniyên ku li Kurdistanê da dibînin wiha bi hêsanî nehatiye holê, qurbaniyeke zêde hatiye dayîn heta ku gihiştine wê astê û ew aramiya Kurdistanê jî ji bo ferhenga xelkê Kurdistanê ve vedigerê ku herdem dijî bi terorê buye. Niha zêdetirî 25 hezar malbatên Ereb û 8 hezar malbatên Krîstiyan û 1300 mamostayên zanîngehê hêviya xwe bi Herêma Kurdistanê ve girêdane ku eve jî nîşana wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê li ruyê ewlehiyê ve arame.

Di derbarê pêwendiyên Herêm li gel Emerîka û Tirkiye jî Serok Barzanî ragihand ku pêwendiya me li gel Emerîka li asteke baş daye û girîngiyeke zêde jî didîn ji bo ragirtin û pêşxistina wan pêwendiyan û li gel welatê Tirkiye jî pêwendiya wan roj bi roj berev pêşve diçin û ji bo pêşxistina wan pêwendiyan û bi vexwendineke fermî ya Hikûmeta Tirkiye di demeke nêzîk de serdana wî welatî dikim.

Back to top button