Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di dema beşdarîkirina li Konferansa Asayîşa Munich li Almanya, li gel birêz Paul Richard Gallagher Wezîrê Derveyê Vatîkanê civiya.
Li civînê de pêşhatên siyasî û emniyên dawi ya Iraqê, proseya siyasî, rewşa pêkhatan, peywendiyên di navbera her du aliyan, serdana dawî ya Papayê pîroz ya Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û rewşa deşta Nînowa û Şingalê guftûgo kirin.
Her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyan û girîngiya parastin û kûrkirina çanda pêkvejiyan û lêborînî û hevdû qebûlkirina li navbera pêkhatên olî û neteweyî û azadiya olî kirin, her wiha spasî wan welatan kir ku piştî gefên Da’îş, hevkariya Êzdî û Mesîhiyan kirine.
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê wekî herdem li piştgîrîkirina pêkhatan bi taybetî Mesîhî û Êzdiyan û li parastina kultûra pêkvejiyanê berdewam dibê û balkişand li ser bandor û girîngiya serdana sala derbasbûyî ya Papayê Pîrozê Vatîkan ya li Iraq û Herêma Kurdistanê û bi serdaneke dîrokî da zanîn.
Metirsiyên emnî û êrîşên Da’îş û hewlên ji bo damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê, pirsa koç û rewşa koçberan û alîkariya Hewlêr û Bexda li gel welatên Ewrûpa li vî derbarî de, mijarên dinê civînê bû.