CîhanRojev

Civînên serok Nêçîrvan Barzanî Munchenê

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derveyê Qeterê civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê her li çarçoveya Konferansa Asayîşa Munich da, li gel birêz Mihemed Bin Ebdulrehman El Sanî Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Qeterê civiya.

Li civînê de berev pêşvebirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Qeter li warên cûda cûda de û berfirehkirina alîkariyên hevbeş yên di navbera wan, pêşhatên dawî yên proseya siyasî li Iraqê û hewlên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federaliya Iraqê, rewşa emniya li Iraqê û êrîşên Da’îşê guftûgo kirin.

Her du alî tekez li ser xwesta hevbeş ya ji bo pêşxistina warên peywendiyên Herêma Kurdistan û Qeterê kirin û behsa derfetên kar û sermayeguzarî û veberhênana Qeterî li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Li mijareke dinê civînê de her du alî tekez li ser pêwîstî û girîngiya parastina aramiya Rojhilata Navîn kirin û hevra bûn ku hemû hewlên ji bo nehiştina aloziyan û çareserkirina kêşeyan bin.

Peywendiyên Herêma Kurdistan û welatên cîran û navçeyê, pêşhatên dawî ya rewşa Sûriye, rola Qeter li navçeyê û pêşketin û rewşa Efxanîstanê bi giştî, mijarên dinên civînê bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serok Wezîrê Lubnanê civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê her li çarçoveya Konferansa Asayîşa Munich da, li gel birêz Necîb Mîqatî Serok Wezîrê Lubnanê civiya.

Li civînê de pêşhatên dawî ya rewşa Iraqê û proseya siyasî, hilbijartina Desteya Serokayetiya Encumena Nûnerên Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî, emnî û aboriya Lubnan û peywendiyên Lubnaniyan li gel Iraq û Herêma Kurdistanê behs kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Lubnanê dûpat kir û balkişand li ser amadeyî û kar û çalakiyên revenda Lubnanî li Herêma Kurdistanê ku li çendîn warên cûda da çalakin.

Ji aliyê xwe ve birêz Necîb Mîqatî Serok Wezîrê Lubnanê ji bilî pêşkêşkirina axaftineke kurt ya di debarê rewşa siyasî û aborî û gefên li ber welatê wan, tekez li ser amadeyî û xwesta Lubnanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir, her wiha Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî, vexwend Lubnanê.

Rewşa penaberan li Lubnan û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên şerê dijî Da’îş û rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke girîng û hevbeş, mijarên dinê vê civînê bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Pîşesaziya Îmaratê civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li çarçoveya Konferansa Asayîşa Munich da, li gel Sultan Ehmed Elcabir Wezîrê Pîşesazî û Teknelojiya Pêşketiyên Îmaratê û Serokê şanda welatê wan civiya.

Li civînê de her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Îmarat li hemû waran da kirin û tîşk xistin li ser derfeta kar û veberhênana Îmaratî li Herêma Kurdistanê, her wiha li ser girîngiya parastina aramiya li navçeyê de hevra bûn.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî derbirîna amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo rexsandina derfeta kar û veberhênana Îmaratî, tekez li ser girîngiya jîngeheke aram û dirust ya ji bo veberhênana biyanî li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Rewşa Iraqê û pêşhatên dawî yên proseya siyasî, peywendiya di navbera welatên navçeyê, pêşhatên rewşa di navbera Rûsya û Ukrayna û bandora wê ya li ser warê uze û enerjiyê, çend mijareke dinê civînê bûn.

Back to top button