CîhanRojev

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Parlementerên dostên Kurdistanê civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandeke pêre li Londonê li şîvek da li gel grûba Parlementerên Brîtanya ya ji bo Dostayetiya Kurdistanê civiya.

Li guftûgoyeke vekirî da Serok Nêçîrvan Barzanî bi kurtî di derbarê rewş û pêşhatên niha ya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê pêşkêş kir û dîtin û nêrîna xwe û Herêma Kurdistanê ya ji bo çawayiya çareserkirina kêşeyan û hewl û hengavên bi navê parastina aramiya li navçeyê da xiste rû.

Rêzdar dûpat kir ku Herêma Kurdistanî wekî herdem bi fakterê aramiyê dimîne û amadeye hemû kêşeyên xwe li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê bi diyalogê û li ser bingeha destûrê çareser bike. Her wiha spasî piştgîriya grûba Parlementerên Brîtanya ya ji bo Dostayetiya Kurdistanê û Hikûmeta Brîtanya ya Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve grûba Parlementerên Brîtanya ya ji bo Dostayetiya Kurdistanê, ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya bi peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Brîtanya, berdewamiya hewldan û karkirin û piştgîriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê û desteberkirin û parastina mafên destûriyan dûpat kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Rewş û pêşhatên navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijareke dinê guftûgoya Serok Nêçîrvan Barzanî û şanda pêre ya li gel grûba Parlementerên Brîtanya ya ji bo Dostayetiya Kurdistanê bû.

Back to top button