CîhanRojev

Ji bo Kurdistan nivîsî bû şewitandin

Hinek bûyer rûdidin ku, naveroka bûyerê ji hemû nirxên mirovatiyê dûrin. Li Tirkiye herêma Behra Reş nevçeya wilayeta Trabzonê Şalpazari, fabriqeyek ji bo partiyekî li herêma Kurdistanê hinek şevqe çêdikiran . Li ser van şepka Kurdistan dinivîsand. Şeredarê Şalpazari yê MHP î ev yek bihîst û êrîşê fabrîqê kir şepqe hemû kom kirin û şewitandin.

Ev bûyer û tişta ku şeredarê Şalpazari kirî nijadperestiye. Serokê şeredariyê yê faşîşt Refik Kurukız nimuyeka ji hezaran ya kesên nijadperestin.

Xwediyê şirketê Omer Özdemir, di derbarê vê bûyerê de dibêje:  Li herêma Iraqê rojên li pêşiya me hilbijartinek çêdibe.Partiyekî ji bo van hilbijartina daxwaz kirin ku em ji wan re şepqa çêbikin.Ev yek tiştek qanûniye ê siyaseta dewleta Tirkiye jî rê dide vê yekê.Dema fabrîqeya me kar bike dibe sedem ku gelek insan kar dikin û pereyek dikeve di welatê me de. Serokê şeredariyê hatiye fabriqeya me û bê ku ji me bipirse ka gelo ev yek qanûniye yan na, şepqe dane hev û birine şewitandine. Ev kiryara serokê şeredariya nayê fam kirin. Neheqiyek mezin li me kiriye û bûye sedemê ziyanek mezin. Wek din hewldaye ku me di çavê xelkê de bê keramet bike.

Ozdemir dibêje: Ev hovitiye û kesek tiştek bi vî awayî nedîtiye.

Trabzon'da Şalpazarı Belediye Başkanı fabrikada bulunan şapkaları sokağa atıp yaktı
Trabzon'da Şalpazarı Belediye Başkanı fabrikada bulunan şapkaları sokağa atıp yaktı

Back to top button