PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê digel Serokomarê Iraqê rewşa welat gotûbêj kir

Roja 08.04.2023ê li Bexdayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Dr. Ebdulletîf Reşîd, Serok Komara Federal ya Iraqê civiya.

Di civînê da, her du aliyan rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê da ya ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê wekî gaveke erênî bi nav kir ku di berjewendiya tevaya Iraqê da ye û hêvî xwest ku rê li ber çareserkirina pirsgirêkên din yên Hewlêr-Bexdayê xweş bike.

Her du aliyan rewşa siyasî û emnî ya welat nirxand û tekezî li ser pêwîstiya parastina aramî û serweriya Iraqê kirin û ji bona çareserkirina pirsgirêkan bi awayeke dirust li hevtêgihiştin û diyalogê bi rêya herî baş zanîn.

Projeyasaya bûdceya giştî ya Iraqê, peywendiyên Iraqê digel welatên cîran û navçeyê û çend mijarên din xwedî giringiyeka hevbeş hatin nirxandin.

Serokatiya Herêma Kurdistan – Iraq

Back to top button