CîhanPolîtîk

Serokê Giştî yê PAKê serdana Norvecê kir

Hevdîtinên Serokê Giştî yê PAKê li gel sazîyên sivîl û partîyên sîyasî yên NorwecêSerokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li gel endamên Meclisa PAKê Nimet Mumtaz Aydin û Kadir Bûdak, roja 25.01.2016ê li Osloya paytextê Norwecê li gel hinek sazîyên sivîl û partîyên sîyasî yên Norwecê hevdîtin pêk anî.Hevdîtina yekem li gel Sekreterê Giştî yê Komîteya Helsînkî yê ya Norwecê Gunnar M. Ekelove-Slydal pêk hat. Komîteya Helsînkî yê li gelek welatên cîhanê xebatên xwe di derbarê mafê mirovan de dimeşîne. Hevdîtin saetek û nîvekê berdewam kir.Hevdîtina duyem li gel xanim Trude Falk a nûnera Rêxistina Norsk Folkehjelp(Rêxistina Alîkarîya gel ya Norwecê) pêk hat. Rêxistina Norsk Folkehjelp li gelek welatên cîhanê alîkarîyê digihîne gelên pêwîstîya wan pê heye û penaberan. Ji bo başûr û rojavayê Kurdistanê gelek alîkarîyên berfireh gihandîyê gelê me. Hevdîtin saetekê berdewam kir.IMG_1942Heyeta PAKê hevdîtına sêyem li gel parlamenter û Serokê Bajarê Osloyê yê Arbeiderparti(Partîya Karkeran a Norwecê) Jan Bohler pêkanî. Jan Bohler li ser navê Arbeiderparti pêşwazîya heyeta PAKê kir û heyet li Parlamentoya Norwecê gerand, paşê jî civîneke ku saetek û nîvekê berdewam kir pêk hat. Partîya Karkeran partîya herî mezin ya Norwecê ye.Hevdîtina çarem li gel LO(Landsorganisasjonen i Norge) ya Sendîkaya Karkeran ya Norwecê pêk hat. LO sendîkaya herî mezin ya Norwecê ye û 900 hezar endamên wê hene(ji %20ê nifûsa Norwecê). Vidar Bjernstad(Berpirsyarê Têkilîyên Navnetewî) û Fazel Sabatzadeh(Berpirsyarê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê) pêşewazîya heyeta PAKê kir. Civînê saetek û nîvekê berdewam kir.Heyeta PAKê hevdîtina pêncem li gel Serokê Giştî yê Partîya Serbestî ya Kurdistanê Arif Bawecanî û heyeta WKFA(World Kurdish Friendship Association-Komîteya Piştgirîya Kurdan li Cîhanê) kir. Hevdîtin saetekê berdewam kir.Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di van hevdîtinan de behsa armanc û xebat û bernameya PAKê kir. Herweha di derbarê rewşa herçar perçeyên Kurdistanê û çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê bîr û rayên PAKê pêşkêş kir. Di derbarê şerê li bakurê Kurdistanê didome, di derbarê trajedîya ku gelê me li navçeyên wek Cizîrê, Farqînê, Sûra Amedê û cîhên din de rû bi rû bûye malûmat da . Behsa kampanyaya PAKê ya ji bo gelê me yê Sûra Amedê kir.Mustafa Özçelik behsa rewşa Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê kir. Piştgirîya xwe jibo xebata serxwebûna başûrê Kurdistanê bilêv kir. Bîr û rayên xwe di derbarê rewş û destkeftinên li rojavayê Kurdistanê û rewşa rojhilatê Kurdistanê de pêşkêş kir.Mustafa Özçelik ji hemû sazî û partîyan daxwaza piştgirîya doza azadîya gelê Kurdistanê kir,daxwaza piştgirîya alîkarîyên mirovî kir. Herweha jibo şer raweste û pêvajoyeke ku hemû partîyên Kurdan li bakurê Kurdistanê beşdar bibin destpêbibe, daxwaz kir ku hemû partî û sazî roleke aktîftîr bilihîzin.Di pêşdebirina têkilîyên navneteweyî yên PAKê û danasîna doza azadîya Kurdistanê de hevdudîtinên heyeta PAKê yên li gel sazî û partîyên Norwecî gelekî baş û berhemdar derbas bûn. 26.01.2016Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button