Cîhan

Serokê Çînê çima spasî Bill û Melinda Gates kir

Xi Jinping Serokê Çînê spasnameyek pêşkêşî Bill Gates damezrênerê kompanya Microsoft Corporation û Melinda Gates xanima wî kir ku li têkoşîn û berengarbûna virusa Corona de, hevkariya Çînê kirine.

Serokê Çînê li wê spasnameyê de dibêje: “Niha di demeke dijwar da derbasdibîn bi taybetî li rûbirûbûna virusa Corona nû (COVID-19). Gelek spasî dest vekirîbûna sazî û damezraweya Bill û Melinda Gates û gotara wan dikim. Li vê dema girîng da hevsoziya xwe nîşandan ku li gel gelê Çînê ne”.

Li beşekî dinê peyamê da balê dikşîne li ser wê yekê wan hemû şiyanên gelê xwe komkirine û rêkarên pêşwext li ber girtine ku çareserkirina nexweşan bikin, ew rêkar jî encamên baş hebûne, plana me eweye jiyan û tendirûstiya gelê Çînê û tevahiya welatên cîhanê biparêzîn.

Serokê Çînê vê peyamê piştî wê yekê şand ku Bill Gates 100 milyon dolar bi rêxistina tendirûstiya navdewletî bexşî. Rêxistinê daxwaza komkirina hevkariyê kiribû ji bo yarmetîdana wan welatên virus têda belavbûye.

 

Back to top button