Reuters: Berpirsekî Îranê tûşî virusa Corona bûye

Li gor nûçeyeke ajansa Reuters, televizyona fermî ya Îranê belavkiriye ku berpirsekî Îranî li Tehranê tuşî virusa Corona bûye.

Li gor zanyariyan Murteza Rehmanzade Serokê Bajarvaniya Navçeya 13 ê Tehranê doh ji ber tûşbûna virusa Corona, ji bo nexweşxaneyê hatiye şandin.

Heta niha li gor zanyariyên dewleta Îranê 14 tûşbûyê Corona hatine tomarkirin û şeş kes jî ji ber virusê canê xwe ji destdane.

Wezareta Tendirustiya Îranê eşkere kir ku dibe ku virus tevahiya Îranê da belav bûbê û sedema wê jî hatina virusê bo Îranê xistine stûyê karkerên Çînî.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: