Serokê APAHK: Kerkûk pirsa serekeye
Serokê APAHK, pêşwazîya balyozê Rûsya yê li Iraqê, konsulê Rûsiya yê li bajêrê Hewlêrê û çend xwendevanên zankoya Bonnê kir û gotarek pêşkêşî wan kir.
Di destpêka gotara xwe de serokê APAHK Mesrûr Barzanî serexweşîyên xwe pêşkêşî gel û hukûmeta Rûsiya kir, ji ber ku terorîstan di van çend rojên derbasbûyî de, kirdareka terorane li Mosko encam dan.
Di nava vê dîdarê de, herdu alîyan bîr û nerîn bi hev guherandin û behsa rewşa siyasîya Iraqê û herêma Kurdistanê kirin. Herweha, behsa encamên hilbijartinên vê dawîyê yên Iraqê kirin û pesnê hilbijartinên herêma Kurdistanê dan.
Di derbarê encamên hilbijartinan de Mesrûr Barzanî got, ku mekanizma herî serkevtîya hukûmeta nû ya Iraqê mekanizma hevparîya rast û dirista hemû pêkhatên Iraqê ye û nabe, ku ti alîyek û pêkhatek li derveyî vê prosesê bimînin.
Şandeya xwendevanên zankoya Bon a Almaniyayî jî di dîdara xwe de ya bi Mesrûr Barzanî re dan zanîn, ku ew dixwazin têgihînek berfirehtir di bareya herêma Kurdistanê de werbigirin û mebesta wan ji vê serdanê jî ev e.
Piştî hîngê çend xwendevanan hinek pirs ji serokê APAHK kirin û wî jî bersiva wan da. Xwendevanan di derbarê pirsa Ewlehiya herêma Kurdistanê û li ser rewşa Kerkûkê pirs kirin. Herweha xwendevanan di derbarê tevgera kurdên Bakur jî pisek kirin û di vê derbarêde xwestin helwesta Kurdistana Başûr bizanibin
Serokê APAHK bersiva pirsên wan da û got: “ Rewşa ewledarîyê li herêma Kurdistanê baş e, ji ber ku kultura xelkê Kurdistanê kultura lêborînê ye. Rola ajansa Parastinê jî di vê derbarê de giring û serekî ye. Em ser û malên hevwelatîyan diparêzin.“
Di derbarê pirsa Kerkûkê de Mesrûr Barzanî got: “ Em di derbarê vê pirsê de xwe girêdayî destûra Iraqê û bi cihanîna maddeya 140 dibînin.. Belê heger ji ber her behaneyekê jî be, hukûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî xwe ji ber çareserkirina vê pirsê bidin alî, dê xelkê Kurdistanê û serokatîya Kurdistanê bibe xwedî helwestek din.“
Ji pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê Barzanî got: “ Helwestên vê dawîyê yên hukûmeta Tirkiye baş in. Herêma Kurdistanê piştevanîya şer û dijwarîyê nake. Hukûmeta herêma Kurdistanê piştevanîya hebûna diyaloga siyasî dike û bi çareserîya aştîyane re ye. “