Polîtîk

Arinc: Dê milet bersiva çewtiyan bide

Paketa guhertina destûrê heftiya pêşiya me tê parlementoyê. Dixweyê dê parlementoyê de gengeşeyên dijwar li ser naveroka guhertinan bête kirin. Wê partiyên siyasî ditinên xwe bêjin û herweha dê helwesta xwe jî bidin kifşkirin. Lê dixweyê dê ev paket ji parlementoyê derbas bibe. Eger  guhertinên bêne kirin 367 dengan bistîne dibe qanûn, eger nevbera 330 – 367- ê dengan bigre dice referandumê.

Cîgirê serokwezîrê Tirkiye Bulent Arinc, li bajarê Izmîrê serdana sendikaya rojnemevanan kir û li wê derê , ser rewşa dawî ya guhertinan dîtinên xwe ji rojnemevanan re gotin û bersiva pirsên wan dan.

Arinc di axftina xwe de got: “ Eger ev paket here referandumê muxalefet jî baş dizanê ku dê xelk ji vê pakêtê re bêjin erê. Dengên erîkirina pakête li gora min wê bigihe ji seda 60-î. Hingê muxalefet  dê cardin îtiraz bike û ji bo xirakirina van guhertina , dê serî li dadgeha biland ya destûrî bide.  Lê gelek zehmete ku dijê îrada xelkê biryarek bête standin. Eger Dageha destûrî vê biryarê xira bike û dijê îrade milet helwestekî bistîne, emê herin hilbijartinan , hilbijartinên 2007-ê xelkê çewe bersiva wan dabe, dê cardin li Ak-Partiyê xwedî derkevin û bersiva van biryarên çewtên ne hukukî bidin.“

Arinc li ser pêşniyara serokê CHP-ê Baykal ji bo serokkomar kirî jî dîtinên xwe gotin. Arinc: “ Baykal serokkomar wek serokkomarê Ak-Partiyê dibîne. Helwesta Baykal ya heta niha li himber Gul ne raste. Dema Gul tê parlementoyê Baykal ji ber ve ranabe, pişta xwe didîyê. Baykal ji aliyekî li himber Gul vê dike,ji aliyek din jî jêre pêşniyara dibe. Ev li gora nezaketa siyasî ne tiştek raste.“

Back to top button