Polîtîk

Serokayetiya Herêma Kurdistanê êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dike

Em êrîşa dijminane ya şeva borî ya Pasdarên Îranê bi mûşekên dûravêj li ser Hewlêrê ku, di encamê da hejmarek welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn, bi tundî şermezar dikin. Em ji malbatên şehîdan ra sersaxiyê dixwazin û em hevsoz û hevxemê wan in û ji birîndaran ra jî şifayê dixwazin.

Berdewamiya bi armanckirina Herêma Kurdistanê û şehîdkirina sivîlan tawaneke ne rewa ye û li dijî yasayên navdewletî, cîrantî û nirxên mirovî û herwesa binpêkirina eşkere ya serwerî, aştî û aramiya Iraqê ye. Herêma Kurdistanê tu carî nebûye cihê metirsiya li ser tu aliyekî.

Bi hêceta Pasdarên Îranê ji bo êrîşê bi tevahî bêbingeh û ne rast e, ji ber vê yekê em bang li Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku demildest dest bi lêkolînê bike ji bo eşkerekirina rastiyan û erka xwe ya parastina Herêma Kurdistanê û nehiştina van êrîşan pêk bîne.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
16.01.2024

Back to top button