Polîtîk

Serokatiya Kurdistanê daxwaziya belgeyan ji Seîd Pîre dike

Berdevkê Fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz ji Seidî Ehmed Pîre dike ku eger zanyariyên dirust û belgeya xwe ya di derbarê wan kesan de heye ku bi dirustkirina hêza ser bi Heşdî Şeibî li nav axa Kurdistanê rabûne, êdî çi li nav Partî (PDK) bê yan her hizbekî dîn, bila bide dezgehên peywendîdar bo ku îcraata pêwîst li gel wan da bê kirin.

Ev jî tekesta wê peyama ye:

Piştî wê yekê ku daxuyaniya Seidî Ehmed Pîre Endamê Mekteba Siyasî li çend dezgehekî ragihandinê hate belav kirin ku qaşo li nav Partiya Demokrata Kurdistanê da çekdar û rêxistinên ser bi Heşdî Şeibî heye.

Daxwaz li vî birêzî dikin ku eger zanyariyên dirust û belgeya xwe ya di derbarê wan kesan de heye ku bi dirustkirina hêza ser bi Heşdî Şeibî li nav axa Kurdistanê rabûne, êdî çi li nav Partî (PDK) bê yan her hizbekî dîn, bila bide dezgehên peywendîdar bo ku îcraata pêwîst li gel wan da bê kirin.

Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
11.04.2015

Back to top button