Serok spasiya gel û hukumeta Almanya kir
Li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Markus Girûbil Cîgirê Wezîrê Bergirî yê Almanya û şanda li gel kir ji Konsolê Almanya li Hewlêr û hejmarek parlementer û efser û şêwirmendên serbazî yê Wezareta Bergirî ya Almanyayê pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de şanda Almanya behsa rol û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorîstan û parastina pêkhatên olî û neteweyiyên navçeyê kirin û wê yekê xistin rû ku qurbaniyên Pêşmerge bi qurbaniyên xwe dizanin ji ber ku Pêşmerge li şûna hemûyan şerê terorîstan dikin. Her wiha berdewambûna welatê xwe jî ya li palpiştîkirina Herêma Kurdistanê û hevkarî û meşqa serbazî ya Pêşmerge de dûpatkirin. Şanda welatê Almanya xweşhaliya xwe bi wê pêşketin û geşbûna li Kurdistanê da heye nîşandan û balkişandin li ser wê yekê ku gelê Almanya hevsoziyekî kêm wêne beranber Kurdistan û Pêşmerge de heye û her eve jî wiha kir ku Almanya hêsantir bikarê biryara piştevanîkirina hêzê Pêşmerge bide. Şanda welatê Almanya hêviya serketin û pêşketinê ji bo Kurdistan û hêzên Pêşmerge xwestin û tekez li pêşxistin û berfirehtir kirina peywendiyên di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de kirin.
Li beranber da Serok Barzanî spasiya gel û Hikûmeta Almanya kir ku hevkar û piştevanê Pêşmerge û Kurdistanê bûne û wê yekê dûpatkir ku hevkariyên serbaziyên Almanya li şerê dijî terorîstan da gelek bi bandor û karîger bûne. Serok Barzanî bi kurtî di derbarê derketina terora li navçeyê rawestiya û êrîşa terorîstan ya li ser Kurdistanê behs kir û ragihand ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîne li demeke kêm da terorîstan tûşî şikestên mezin bike û bîst hezar kîlometrê çargoşe ji destê terorîstan rizgar kiriye. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku Kurdistan li şerê terorîstan da qurbaniyekî zêde da, lê belê ev şer jî waneyekî baş bû ji bo gelê me ku em li navçeyek da dijîn ku herdem tehdîd û hereşeyên nû serî hildide û pêwîste herdem li dijî tehdîd û tudrewan amadeyê bergirî kirin û parastina xelkê xwe bîn.
Rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û rêyên rûbirûbûna terorê û hizra tundrewiyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.