Polîtîk

Seroka Hungaryayê pesnê Herêma Kurdistanê dide

Seroka Hungarya (Macaristan) Katalin Novak li Herêma Kurdistanê di nava du rojan de çendîn civîn û çalakî encam dan û îro ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve ber bi welatê xwe ve hat birêkirin û piştî xatirxwestinê, li ser hesabê xwe Twitterê bi rêzepeyamên xwe pesnê Herêma Kurdistanê da.

Duh Înê 9ê Berfanbara 2022yan, Seroka Hungarya Katalin Novak bi serdaneke fermî gihîşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, li gor gotinên wê, pêşbînî nekiribû ku hemû van pêşketin û pêkvejiyan û aramiyê bibîne û beriya serdana xwe, derbarê rewşa ewlehiya navçeyê de nîgeraniya wê hebûye.

Piştî birêketina ji Herêma Kurdistanê ber bi welatê xwe ve, Katalin Novak li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê serdana xwe rêzepeyam belav kir.

Novak di twîteke xwe de dibêje: “Em Hungarî, gelê pratîkê ne. Li her cihekî ku pêwîst bike, em li wê derê ne. Em bi vekirina Dibistana Navdewletî ya Meltho (Light) li Hewlêrê, şanaziyê dikin.”

Derbarê civîna xwe ya ligel hejmarek jinên Êzidî de, Seroka Hungaryayê diyar kir: “Li Hewlêrê dema çavê min li jinên Êzidî ket, dilê min şewitî, di heman demê de kêfxweş bûm, ku min dît rola jinan heye û serkirde ne.”

Tevî civînên fermî û serdana hêzên Hungarya û vekirina dibistaneke taybet, Seroka Hungaryayê serdana bajarokê Tilisqofê kir, da ku ji nêzîk ve wê wêrankariyê bibîne ku di sala 2014an de DAIŞê bi ser wê navçeyê de anî.

Derbarê Tilisqofê de Katalin Novak diyar kir: “Tilisqof tirsa DAIŞê dîtiye. Hejmarek avahî û dêr diviyabû werin avakirin, di avakirina wan de Hungaryayê roleke sereke lîst, wek nîşandana rêzekê bo Hungaryayê, xelkê navçeyê dibêjin, Tilisqof destexwişka Hungaryayê ye.”

Back to top button