Serok vegeriya Kurdistanê
Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî û şanda li gel piştî serdananên xwe vegeriya Kurdistanê. Barzanî herî dawî serdana Tirkiye kir û gelek hevdîtinên cuda û girîng pêkanîn. Barzanî di serdan xwe ya Tirkiyede, hevdîtin li gel serokkomarê Tirkiye, serokwezîrê Tirkiye û wezîrê derve yê Tirkiye pêkanîn, hinek hevdîtinên din jî kirin.
Barzanî ji bo pirsgirêkên Iraqê li gel cîgirê serokkomarê Iraqê Tarik Haşimî jî hevdîtinek pêkanî. Herweha Barzanî civînek li gel Ehmet Turk û Selahattin Demirtaş jî kir. Serdana Barzanî ya Tirkiye di rojeva siyasî ya Tirkiye de gelek cihêk girîng girt û hêja cur bi cur tê nirxandin.
Dema serokê Kurdistanê vegera Kurdistanê li balefirxaneye navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û komek berpirsên partî û hukumeta Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.