Malîkî : Helwesta Tirkiyê, wana ber bi dijmantiyê ve dibe

 
Li ser daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ya derbarê rewşa Iraqê de ku gotibû, “rûdan ne elametên xêrê ne.” Nurî El Malîkî bersiv da Erdogan, “helwesta Tirkiye li herêmê, Tirkiyê ber bi dijmantiyê ve dibe.”  

Serokwezîr Erdogan, di hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê  Mesut Barzanî de, rewşa Iraqê nirxandibû û wisa gotibû. “rûdanin li Iraqê diqewimin ne elametên xêrê ne. Bi taybet, helwesta serokwezîrê niha, bi koalisyona xwe re, bi komên Şiîyan re, bi rêzdar Barzanî re û Koma Irakiye re, bi awakî cidî nerehetiyê dide wan. Ev jî vê pêvajoyê neyinî bi bandor dike.”

Alîkarê Serokomarê Iraqê Tarik El Haşimî jî, ku li Iraqê heqî wî de biryara girtinê heye, çendake li Tirkiyê dimîne. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: