Polîtîk

Çawa Emerîka El Qaîde peyda kir, Îsraîl jî Hamas peyda kir.

Em çepgir dema, ji bo Filîstînê dimirin, îslamparêzan ji me re digotin “terorîst”

Ninîskar Faîk Bulut, di 22 saliya xwe de beşdarî berxwedana Filîstînê bûye., dema ji aliyê Îsraîl ve qampa Nahr El Bared li Lubnanê hat dagirkirin, 5 gule xweriye, li kêlekê 8 hevalên wî can dane, bixwe jî dîl ketiye, êşkence diye û 7 sala li Îsraîlê girtî maye. Çima îro beşdarî keştiya Marmara Şîn nebûye Faîk Bulutê 60 salî ?

Faîk Bulut wiha dinirxîne,  “ îro kî zane ku em 3 hezar xortên Tirkiyê, ji bo Filîstînê me şer kir, bi dehan xort  li wir mirin, hineka li Lûbnanê, hineka li Gazzeyê, hemû sosyalîst bûn, hemû dildarên têkoşîna azadiya Filîstînê bûn. Ji Deniz Gezmiş bigrin heta Îbrahîm Kaypakkaya, bi hejmartinê naqedin, lê di nav wan de yekî tenê ku li ser navê misilmanan hatibû tinebû, berevajî wê, dema qala Filîstînê dibû wana dûr disekinîn, bona ku Rêxistina Rizkariya Filîstinê çepgir e.

Faîk Bulut, îro bi îslamparêstan re, di heman keştiyê de cih girtinê, li hemberî hevalên xwe yên ku têkoşîna Filîstînê de jiyana xwe ji dest dane re bêrêzitî dibîne û dibêje, “di salên 70-80 an de ji xortên ku diçûne Filîstînê re îslamparêzan digotin “terorîst”, ku Hamas derket holê bala xwe dane têkoşîna Filîstînê, ez durûtiyeke wisa nikarim qebûl bikim.”  

Û angaşteke balkêş ji Faîk Bulut: “Ku çawa Emerîka li Afganistanê Usam Bin Ladîn, El Qaîde peyda kir, Îsraîl jî Hamas peyda kir.” Faîk Bulut, peyda kirina Hamasê jî, bi armanca têkoşîna Filîstînê parçekirin ve dibîne.

Back to top button