Bi minasebeta bîranîna Anfal a Barzaniyan serokê Kurdistanê Mesud Barzani daxuyaniyek ragihand.Barzani dibêje: Wekî Barzaniyek hest bi serbilindiyê dikim ku Barzaniyan bi navê rizgarî û serbixweyî ya gelê Kurdistanê da qurbaniyê bexşîn û êşeke zêde kişandin. Daxuyaniya Barzani: Bi navê xwedayê mezin û dilovanÎro bîranîna rojekî cergbir û tariye li dîroka gelê me. Berî sîh û sê sal rejîma Be’es bi awayeke dirindane heşt hezar zilamên Barzanî pîr û xort her li temena neh sal heta pîremêrê noht salî girtin û birin çola başûrê Iraqê û bi awayeke nemirovane komkujiyê kirin. Ew tawan helqeyek bû ji wan zincîre karesat û qurbanîdanên li ser zarok û gedeyên gelê Kurdistanê da hatiye. Her li bê serûşûnkirina donz deh hezar xortên Feylî û Enfala Germiyan û kîmyanbarankirina Helebçe bigre heta asîmîlasyon û te’rîb û raguhestin û êrîşa terorîstan û tawana li dijî xuşk û birayên me yên Êzîdî. Her çende ev karesatên diltezîn û mezinin lê belê azadî û serbixweyî eve tîne bi navê wê da qurbaniyê bidîn û ji bo serbixweyiyê qurbanîdan bihayekî erzane.Wekî Barzaniyek hest bi serbilindiyê dikim ku Barzaniyan bi navê rizgarî û serbixweyî ya gelê Kurdistanê da qurbaniyê bexşîn û êşeke zêde kişandin. Bi dirêjahiya sedsala bîstem her ji 1905 ku şoreşa Şêx Abduselamê Barzanî ji bo serbixweyî ya Kurdistanê destpêkir gundê Barzan şanz ded car ji aliyê dijminên gelê Kurdistanê ve hate şewitandin û wêran kirin, lê belê tu carekî Barzan serê xwe ji bo dijminan neçemand û nizm nekir û xwe bi dest ve neda û tu demekî îradeya wî neşika û li ser rêbaza xwe berdewam bû. Ew rêbaza cihê şanaziya mine û li ser hatime perwerde kirin, rêbazek ku zulm û bidestiyê qebul nake, perwerdeyeke ku têda dîn exlaqe û jiyana bindestiyê mirine û mirin bi navê serbestiyê da jiyane.Li bîranîna Enfala Barzaniyan da bi pêwîstî dizanim spasiya xelkê azîz û xweşdiviyê deştê Hewlêr û Herîr û Soran bikim ku li rojên tarî û nexweş da Kurdane û merdane hevsozê Barzaniyan bûne û yarmetiya wan dane û êşên Barzaniyan bi êşê xwe zanîne. Spasiya şêre jinên Barzanî dikim ku kesukarên wan hatine enfal kirin û salên zêde û demeke dirêj ji bo zarokên xwe hem bav bûne û hem dayik. Tehemula ji destdana azîzan û êş û dijwariyên wan kirine û serbilindane zarok û gedeyên xwe li ser Kurdayetî û rêbaza rast pêgihandine.Berketîtirîn bersîv ji bo qurbanîdan û karesata yek li dawiya yekên gelê me û baştirîn wefa ji bo xwîna şehîd û enfalan pêkanîna serbixweyî û azadiye ji bo gelê Kurdistanê.Bijî KurdistanNemirî ji bo şehîdên rêya azadîMesûd Barzanî31.07.2016
Pêş
11/11/2024
Serok Nêçîrvan Barzanî li Bakuyê beşdarî COP29 dibe
11/11/2024
Şervanên Beluciya 5 efserên Îranê kuştin.!
Têkildar
Balkêş e ?
Close