CivakPolîtîk

Serok pêşwaziya şandekî bilinda Rabîteya Îslamiya Cîhanî kir

Roja çarşem 02.08.2017 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê a Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Rabîteya(Tevgera) Îslamiya Cîhanî kir.Li hevdîtinê de şanda mîhvan pesnê çanda pêkvejiyan û parastina pêkhatan û firehiya olî û fikrî ya Kurdistaniyan kir. Eve jî ragihand ku gelek baş li rewayetiya daxwaziyên gelê Kurdistanê û êşên wan têdigihin ku li ser xelkê Kurdistanê da hatiye û hêviya wê yekê xwest ku li bin serkirdayetî û hîkmeta Serok Barzanî gelê Kurdistanê bigihe kenara aramiyê.Şanda mîhvan spas û pêzanînên xwe ji bo gelê Kurdistanê hebû ku mîhvandariya sedan hezar koçber û lêqewimiyan kiriye û li şerê Da’îş û xebata dijî sîtemkaran qurbaniyeke zêde daye û nerawestiyaye.Her li vê civînê de Serok Barzanî li gotarek da behsa dîroka gelê Kurdistanê û dewleta Iraqê kir û wan sedeman şîrove kir ku hana gelê Kurdistanê daye berev serbixweyî yê hengavan bavêje û ragihand gelê Kurdistanê hemû rêyekî ji bo jiyan û şeraketa li gel Iraqê ceribandiye û hikûmetên Iraqê li têkdana şeraket û li vî derbarî de berpirsiyarin ku li ser pêkhatên Iraqê da hatiye.Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê gefên teror û hizra tayîfegerî li ser aramî û pêkvejiyanê de danustandina bîr û ramanan kirin.Li vê civînê de Mamosta Mela Ebdulla Weysî Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê amade bû. 

Back to top button