Serok pêşwaziya şandekî bilinda Hevpeymaniya Islah kir
Roja yekşem 14.10.2018 li Selaheddîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Seyîd Emmar Hekîm û şandekî bilinda Hevpeymaniya Islah kir.Li hevdîtinê de şanda mîhvan, rol û pêgeha Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê li dîrokê de û niha û paşaroja Kurdistan û Iraqê bilind nirxand û tekez kir ki Iraq pêwîstî bi vekirina rûpeleke nû ya peywendiya dostane li navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de heye û pêwîste kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bêne çareser kirin.Her wiha ragihand ku wan berê jî tekez kirine piştevaniyê li wan sê bingehan dikin ku Serok Barzanî wekî bingeheke peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de nasandiye, ku ji tewafiq û şeraketa rasteqîne û hevsengiyê pêktê.Li kombûnê da Serok Barzanî, ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan, ronahî xiste li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û bi şanda mîhvan ragihand ku gelê Kurdistanê xwediyê dozekî rewaye, ewê li cem me girînge doza rewaya gelê me û çareserkirina wan binpêkirinan ku li berê de beranber mafê rewayên gelê me hatiye kirin, ji bo ewe jî pêwîste mekanîzmeke rûn û mîsogerê pabendbûna bi şeraketa rasteqîne û tewafiq û hevsengiyê hebê.