Serokê Kurdistanê pêşwaziya şanda Tirliye kir û li ser rewşa dawî ya herêmê û êrîşên Tirkiye gotubêj hate kirin.
Şandek bilin ya Tirkiye di serokatiya Ferîdun Sinirlioglu de serdana Iraqê kirin û li gel serokkomarê Iraqa Federel Celal Talabanî hevtîtinek pêkanîn. Herweha li gel hinek berpirsên bilin yê Iraqê û li gel wezîrê derve yê Iraqê Hişyar Zêbarî jî hevdîtinek berfireh pêkanîn.
Wek tê zanîn eve demeke Tirkiye bi firokeyên xwe Kurdistana Başûr bombebaran dike û di encama van bombebaranan de gelek kesên sivîl, zarok hatine kuştin û gund vale bûne. Hukumeta Herêma Kurdistanê û berpirsên herêma Kurdistanê ev helwesta Tirkiye şermezar kirîbûn û li Başûrê Kurdistanê gelek xwepêşandan li dijê êrîşên Tirkiye çêbûn.
Ev şanda bilind gihate Hewlêra paytextê Kurdistanê û ji aliyê berpirsê derve yê hukumeta herêma Kurdistanê û konsolosê Tirkiye yê li Hewlêrê ve hatin pêşewazî kirin. Ji b çareseriyekî arêşeyên herêmêre bibînin, dê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî pêşwaziya wan bike û helwesta Kurdistanê ji wan re diyar bike.
Hemû hostên cîhanî dibêjin,komarek yan jî kesayetek,ko bixazin çareserîyakê aşîtî ji pirsgirêkê re bibînin, ji berî her tiştî pêwîste agir best werê îlan kirin! Tirko diçîn cem serokê Kurdistan ji bo pirsgirêka ko Kurdan bi destê Kurdan bikê tuneyî! Raste û vî kiryarên ko Tirko duxwazê Kurdan ji rû cîhanê rakê û bikê tuneyî! Kor, kût û ker jî vê kiryarên ko Tirko dikê jê hişîyarin! Lê çima em Kurd bi tenê van kiryarên dijmin pê nizanin! Tirkan bi hezaran car ji bo Serok`e nemir Mistefa Berazanî çi digotin û bi sedan komkujî li Kurdan çêkirine û hin jî pêk tînê!Gotineke Kurdane rast û xweş heye. Wa dibêjin, Av disekinê, dijmin nasekinê û tu caran dijminên netewa Kurd, Kurdan nasnekirine û nas nakin jî!Pêwîste Kurd bi rewûşa dijminên xwe zanabin û agahdar bin! Ez bawerim Ko Serokê Kurdistana başûr, birêz Berazanî ji van kiryarên dijmin agahdare!\n\nFeqîr Ehmed.