Behcet Hirorî dest ji sernivîseriya rojnameya EVRO kişand
Behcet Hirorî piştî 20 salên karî wek rojnamevan û 17 salan wek sernivîskarê rojnameya Peyman û paşî Evroyê, di 7/9 2011ê de dev ji karê xwe wek sernivîskarê Evroyê berdide. Li gor Behcet Hirorî û her wek ew di nameya xwe ya xatirxwestinê ya di rojnameya Evro ya roja 7/9 2011ê de dinivîse ku Evro di serdemê sernivîskariya wî de bû rojnameya yekê ya herî pirrfiroş li başûrê Kurdistanê û ji her hejmarekê 11000 hezar nisxe jê tên firotin.
Behcet Hirorî di nameya xwe ya destjêberdanê de diyar dike ku wî xwestiye vî karî bihêle û rê bide kesekê dî ku bikare ciyê wî bigire û rûheka nû bide Evroyê. Tiştê balkêş ew e ku Behcet di nivîsara xwe de diyar nake ka ew dê çi karekî piştî devberdana ji vî karê xwe bike. Rojnamegeriya Kurdistanê û bi taybetî ya Dihokê çi cih nedaye vê bûyera giring di jiyana rojnamevaniya kurdî de û bi taybetî ya wîlayeta Dihokê de. Ji bilî nivîsara Behcet Hirorî bi xwe ne rojnameya Evro bi xwe û ne jî rojnameya War çi cih heta wek nûçe jî nedaye vê bûyerê.
Sernivîskarê du rojnameyên pêşîn yên bi kurdiya kurmancî û piştî 17 salên sernivîskariyê û ked û zehmeteka mezin ji nişkekê ve dev ji karê xwe berdide û ev bûyer bê nûçe, pirsiyar û analîz derbas dibe! Gelo vî bi rastî û ji dil dev ji karê xwe berda yan xwe neçar dît ku dev jê berbide û ka dê kî cihê wî bigire û çima? Û gelek pirsiyarên dî yên ku kêm tişt rojnamevaniya wîlayeta Dihokê dikaribû zû li pey bersivên wan bigerhe. Heta vê gavê jî sernivîskarê ku dê cihê wî bigire nehatiye diyar kirin.
Rojnameya Evro heta 1/10 2009ê rojnameyeka hefteyî ya bi tenê ya bi kurdiya kurmancî bû û demê ew di wê rojê de bû rojnameyeka rojane, her di eynî rojê de rojnameyeka dî ya rojane ya bi kurdiya kurmancî bi navê War derket û herdu rojname jî bi piştgiriya malî ya PDK derdikevin. Kulturname