Dosya

Serok pêşwaziya Haşimî kir

Piştî vekişandina Amerikayê ji Iraqê, cardin arîşeyên di navbera Şîa û Suneyan de dijwar bûn. Heta gihat wê redeye ku, biryara girtina cîgirê serokkomarê Iraqa Federal tarik Haşîmî hate dayîn.

Piştî vê biryarê gruba El Iraqîyê civînên parlementoyê boykot kirin û xwe ji hukumeta Federal da aliyekî. Cigirê serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî û Xuxeyîr Xuzayî, cigirê serokwezîrê Iraqê Salih Mutlek û wezîrê darayî Rafi Îsawî ji dev Bexdayê berdan û berê xwe dan Kurdistanê.

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî, doh li gel cigirê serokwezîrê Iraqê Salih Mutlek û wezîrê darayî Rafi Îsawî hevdîtinek pêkanî û îro jî pêşwaziya cigirê serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî kir.

Cigirê serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî îro li paytextê Kurdistanê li Hewlêr konferansek rojnemevanî darxist û got: Li Iraqê qanûn ne serwer e, tawanbarankirina min berê hatiye amadekirin û ev planek e. Ez daxwaz dikim ku, bila dosyaya min ji bo Hewlêr rêkin û li Hewlêr bême darizandin û herweha bila nûnêrê liga Erebî û Yekitiya Parêzerên Ereb jî amade bibin.

Haşimî got: Li Bexdayê erîşê mala min kirine û dest danîne ser kompiyuter û belgeyên min û li gel xwe birine.

Serokê Kurdistanê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û pirsgirêkên din yên li Iraqê heyîn banga civîna kongreyek niştimanî kir. Niha çave herkesekî li serokê Kurdistanêye ka gelo dê çewe vê pirsgirêkê çareser bike.

Piştî hilbijartinên Iraqê zêdeyî 8 mehan hukumeta Iraqê nehat damezirandin, heta serok Barzanî dest avêt pirsgirêka hayî, Li ser banga Barzanî civînek hevbeş li Hewlêr darxist û ev pirs jî di bin çavderiya serokê Kurdistanê de hat çareser kirin.

Di qonaxa em têre derbas dibin Mesud Barzanî bûye xeleka çareserkirina pirsgirêkên Iraqê û herêmê.

Nûçeyên Pêwendîdar:


https://rojevakurd.com/politik/9125-Serkirdn-raq-ber-Hewlr-Silmaniy-reviyan.html   


https://rojevakurd.com/politik/9129-Pirsgirkn-navbera-suneyan-mezin-dibin.html

 

https://rojevakurd.com/politik/9137-Serok-Barzan-daxaza-kongreyeke-nitiman-kir.html

Back to top button