Polîtîk
Serok pêşwazî li serokê Civata Pîrên Urdinê kir
Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, duhî li Selahedîn pêşwazî li Tahîr El Misrî serokê civata Pîrên Urdie û Saleh El Qelab Endamê civata pîran û wezîrê berê yê ragihandina kir.
Di hevdîtinê de ku, Hişyar Zêbarî wezîrê derveyê Iraqê amade bû, ji bilî bilindnirxandina rola serok Barzanî wekî serkirdeyekî neteweyî li Iraq û navçeyê, pêwendiyên di navbera her du alî û çawayiya pêşxistina wan pêwendiyan bi awayeke ku di berjewendiya her du alî de bê hate behis kirin.
Her wiha nirxandina rewşa navçeyê bi giştî û guhertinên vê dawiyê li hindek welatên erebî mijareke din a vê hevdîtinê bû.