Serok Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê Civiyan

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Erman Topçu, Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê kir.
Di civînê de, di derbarê geşedanên dawî yên herêmê û encamên şer û alozîyan de danûstandina bîr û ramanan kirin. Herdu aliyan tekez li ser girîngiya zêdetirkirina hewldanên dîplomatîk yên ji bo rêgirtina li ber berfirehbûna zêdetir a şer û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan kirin.
Rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bû. Di vê derbarê de, herdu alî li hevfikir bûn ku divê hemû hewl bên dayîn da ku Iraq û Herêma Kurdistan bi ti awayî nekevin nava şer û alozîyan û li ser hemû astan kar ji bo parastina aramî û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê bê kirin.
Di beşeke din a civînê de, Serok Nêçîrvan Barzanî, spas û rûmetên xwe ji bo Tirkiyeyê dubare kir ji bo alîkarî û hêsankariyên ku li deriyên sînor ji bo hatinûçûna geştiyarên welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî pêşkêş dikin.
Bandora şer û alozîyan li ser Tirkiyeyê, ligel peywendiyên herdu aliyan û pêşbîniyên ji bo paşeroja rewş û bûyeran, aliyekî din ê civînê bû.


