CivakRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li welatiyên Mesîhî kir

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta cejna ji dayikbûna Îsayê Mesîh daxûyaniyek ragihand ê cejna hanê li mesihiya pîroz kir.

Peyama Nêçîrvan Barzanî wehaye:

Cejna ji dayikbûna Hezretî Îsa yê Mesîh silavên xwedê li ser bê li hemû xûşk û birayên Mesîhî yên li Herêma Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê pîroz dikim. Hêvîdarim ev cejn bi xêr û xweşiyê ji bo tevahiya mirovayetiyê vegerênê û aştî û bexteweriyê li gel xwe da bîne.

Xweşhalîn ku em hemû pêkve li Herêma Kurdistanê li gel welatiyên xwe yên Mesîhî vê cejnê digêrîn. Li vê bîranînê da hemû Kurdistaniyan piştrast dikîn ku Herêma Kurdistanê wekî herdem bi landik û axa pêkvejiyanê û hevdû qebûlkirin û lêborîniyê dimîne û bihayên mirovayetiyê me hemûyan pêkve komdike.

Christmas li hemû aliyek pîroz bê, hêvîdarim cejn û helkeftên me yên paşerojê li rewşeke baştir da û dûrî li pejik û nexweşiyan bin.

Hemû salek bi xweşî.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24.12.2021

Back to top button