CivakRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li keça Kurd kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta wergirtina xelata Prenses Diana ya sala 2021ê, keça Kurd ya ji Rojavayê Kurdistanê Rodî Elî pîroz kir.

Çalakvana Kurd Rodî Elî ya ji Efrînê ku li Almanyayê dijî ji ber xebatên xwe yên mirovî xelata Prenses Diana ya sala 2021an stand. Li ser wergirtina xelatê Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Rodî Elî pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî di pîrozbahiya xwe de diyar kiriye: “Standina xelata cîhanî ya (The Diana Award 2021) li we pîroz dikim. Xelatkirina we bi nîşana herî bilind a ku ciwan dikarin ji bo xebata civakî û mirovahî û xizmetên xwebexş li ser asta cîhanê bistînin, gelekî şa kirim. Hêviya berdewamî, şadî û serkeftinên zêdetir ji we re dixwazim.”

Li ser pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî, keça Kurd Rodî Elî jî li ser hesabê xwe yê facebookê spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir û got: “Spas ji cenabê Serokê Herêma Kurdistanê, Birêz “Nêçîrvan Barzanî” re, ku pîrozbahî li min kir ji ber wergirtina xelata Princess The Diana Award. Ez şanaz im ku ez bi cîhanî nûnertiya Kurdan bikim û gotinên we ji bo min rûmetek mezine birêz im.”

Keça Kurd a ji bajarê Efrînê Rodî Elî ji ber kar û çalakiyên wê yên di warê mirovî û civakî de mezintirîn xelata cîhanî ya Prenses Diana ji bo sala 2021ê wergirt.

Rodî Elî ji sala 2015an ve koçberî Almanyayê bûye û li bajarê Munster dimîne, roja 28ê Hezîranê xelata cîhanî ya Prenses Diana ji bo sala 2021 wergirt.

Rodî Elî ji dema gihîştina wî welatî fêrî zimanê Almanî dibe û derbasî zanîngehê dibe û beşa civaknasiyê dixwîne. Piştre wek wergervan ji bo xizmeta penaberan kar dike.

Çalakvana Kurd Rodî Elî demek e dest bi kar û çalakiyên di warê mirovî, civakî û xêrxwazî de kiriye di sala 2020an de jî ji bo pêşkêşkirina xizmetên întegerasyonê xwe ji bo hilbijartinên şaredariyê kandîd kir.

Rodî Elî di vê derbarê de ji K24ê re ragihandibû: “Xelat Princess Diana, Prensesa Wales, ji bo piştevaniya ciwanan li seranserî cîhanê tê belav kirin û ciwanên di warê karên mirovî, civakî û xwebexş dikin, dikarin vê xelatê werbigirin.”

Herwiha gotibû: “Ev xelat ji bo kesên di navbera 9 heta 25 salî tê pêşkêşkirin, yên kar û çalakiyên wan di ên warê xêrxwazî û civakê de hene û ciwanên ku dikarin cîhanê biguhêrin tê pêşkêşkirin.”

Rodî Elî destnîşan kiribû: “Ez endameke Komelaya AFAQ e.V. ya navdewletî me. Ev komela xizmetan pêşkêşî penaberan dike û wê komelê ji ber kar û çalakiyên min, navê min ji bo vê xelatê pêşniyaz kir û Desteya Xelatê jî bi dilxweşî navê min pejirand.”

Çalakvana Kurd herwiha diyar kiribû: “Ez pir dilxweş im ku min ev xelat wergirt, lê ez ê hîn kar û çalakiyên xwe de berdewam bin û hez dikim ku xizmetên xwe pêşkêşî civakê û penaberan bikim.”

pîrozbahî
Back to top button