Serok Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ji Serkomarê Tirkiyeyê girt

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefonî ji birêz Recep Tayyip Erdoğan, Serkomarê Tirkiyeyê girt.
Di peywendiyê de, Serok Erdoğan hevsoziya xwe pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî û malbatên wan pêşmergeyên qehreman kir yên ku di êrîşên dawî yên ser Herêma Kurdistanê de şehîd û birîndar bibûn, herwiha bi tundî ew êrîşa dronî ya ser mala wî li Duhokê protesto kir.
Serok Erdoğan tekez kir ku welatê wî bi girîngiyeke mezin li aramî û tenahiya Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û hertim piştevaniya aramiyê û parastina tenahiya li navçeyê dike.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendiya Serok Erdoğan û helwesta dostane ya Tirkiyeyê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê kir, herwiha tekez kir ku Herêma Kurdistanê wek hertim faktera aramiyê ye û ti carî nabe beşek ji şer û aloziyan.
Pêşhatên herî dawî yên şer û bandora wan li ser navçeyê û cîhanê, beşek din yê peywendiya telefonî bû; tê de herdu aliyan tekez li ser girîngiya hewlên dîplomatîk ji bo rawestandina şer û çareseriya aştîyane ya nakokiyan kirin.


