PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Ebadî kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro çarşemê 01.03.2023ê li Hewlêrê, di hevdîtinekê da digel birêz Heyder Ebadî Serokê Hevpeymaniya Nesir û Serokwezîrê berê yê Iraqê behsa rewşa siyasî ya Iraqê, karnameya Hikûmeta Federal a Iraqê, diyaloga Hewlêr-Bexda ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan û astengiyên li pêşiya Iraqê kir.


Her du alî hevfikir bûn li ser girîngiya berhevkirina bingehek guncav û berdewamiya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê û serdana şandeyên her du aliyan ji bona çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da hene li ser bingehê destûra Iraqa Federal, herwisa, tekîd li ser pêdivîtiya hevkarî û karê hevbeş di navbera hêzên Iraqî da ji bona parastina aramî û seqamgîrî û pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi hevwelatiyên Iraqê kirin.

Rewşa navçeyê û peywendiyên Iraq û welatên cîran jî di hevdîtinê da gotûbêj kirin

Back to top button