Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Berpirsa nû ya Nivîsîngeha Konsolgeriya Japonya kir

Berî nîvroya îro pênçşem 23.07.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya xanima NAGAYAMA Yoshiko Berpirsa nû ya Nivîsîngeha Konsolgeriya Japonya li Herêma Kurdistanê û şandeke li gel kir.

Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahî û bixêrhatina xanima NAGAYAMA Yoshiko, hêviya serkeftinê ji bo wê xwest û hemû piştgîriyeke ji bo erka wê ya nû da nîşan da. Her wiha daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li hemû waran da li gel Japonyayê û amadehiya Herêmê ya ji bo pêşwazîkirina li veberhênan û sermayeguzarên welatê wan dûpat kir.

Rêzdar ji bo hevkariyên Ajansa Alîkariya Navdewletiya Japonî (JICA) li Herêma Kurdistanê ku ev demeke dirêje li Herêmê xizmetê dike, her wiha ji bo hevkariyên miroviyên Japonya yên ji bo koçber û penaberan û pêdana qerz bi Hikûmeta Iraqê û dabînkirina beşa Herêma Kurdistanê, spasî Hikûmeta Japonyayê kir.

Ji aliya xwe ve xanima NAGAYAMA Yoshiko spasî pêşwazî û piştgîriya Serok Nêçîrvan Barzanî kir û dûpat kir ku hemû hewlên wan yên ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên welatê wan li gel Herêma Kurdistanê û handana kertê taybetê Japonya ji bo karkirina li Herêmê û hatina rêxistinên nehikûmiyên welatê wan ji bo Herêma Kurdistanê dixe holê. Her wiha tekez li wê yekê kir ku Japonya piştgîriyê li aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê dike‌.

Rewşa navçeyê bi giştî, girîngiya rola Herêma Kurdistanê li aramiya Iraqê da, pejika virusa Korona û encamên wê, rûbirûbûna terorê û çend pirseke din jî li vê hevdîtinê de hatin nirxandin.

Nerîna min :