
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutrashev û şandeke pê re kir, rewşa siyasî û aborî ya Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjkirina çareserkirina pirsgirêkên di navbera wî de.
Di hevdîtinê de her du alî li ser peywendiyên Rûsya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û serdana dawî ya Wezîrê Derve yê Rûsyayê bo Bexdayê nêrînên xwe danustandin.
