Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Hindistanê kir

Îro danê nîvro Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Hindistanê li Iraqê Suumen Bakchi kir. Piştgiriya xwe jî ji bo serkeftina erkê xwe nîşan da û dupat kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze di hemû waran de peywendiyên xwe ligel Hindistanê berferehtir bike.

Ji aliyê xwe ve Balyozê nû yê Hindistanê kêfxweşiya xwe ya ji bo wergirtina erk û serdana xwe bo Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku welatê xwe dixwaze pêwendiyên xwe ligel Iraq û Herêma Kurdistanê geş bike. Wî her wiha got ku welatê wî girîngiyeke mezin dide van peywendiyan.

Rewşa giştî ya navçeyê û çendîn mijarên ku di berjewendiya hevbeş de ne mijareke dinê vê hevdîtinê bû ku Konsulê Giştî yê Hindistanê li Herêma Kurdistanê û cîgirê wî amade bûn.

Back to top button