Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê kir

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja çarşemê 29.01.2025ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Patrick Dorrel Balyozê Fransayê li Iraqê, kir

Di hevdîtinekê da peywendiyên Fransayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, xebatên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rewşa Sûriyê û navçeyê gotûbêj kirin.

Her du aliyan pêşhatên dawî yên danûstandinên Hewlêr-Bexdayê û encamên karê hevbeşê tîmên her du aliyan nirxandin û li ser giringiya berdewamiya diyaloga di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal da ji bona ku, pirsgirêkên xwe li ser esasê lihevtêgihiştin û destûra bingehîn çareser bikin, hemfikir bûn.

Di hevdîtinê da her du alî li ser rewşa Sûriyê û pêşhatên dawî yên pirsa kurd li wî welatî danustandina bîr û ramanan kirin. Di vî warî da, wan tekezî li ser giringiya yekrêzî û hevdengiya kurdî û parastina mafên hemû pêkhateyên cuda li Sûriya nû da kirin.

Girîngiya parastina aramî û aştiyê li navçeyê, metirsiya terorê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş mijarekên din ynê vê hevdîtinê bûn ku, Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê jî tê da amade bû.

Back to top button