Serok Nêçîrvan Barzanî: Nabe Iraq bibe beşek ji nakokiyên navçeyê

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî li Parîsê piştî hevdîtina li gel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û çendîn mijarên din ên girêdayî Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Hemû naveroka civîna serokê Herêma Kurdistanê ya çapemeniyê:
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana, di çarçoveya serdana xwe ya bo Parîsê da, piştî civîna digel birêz Emmanuel Macron Serokomarê Fransayê, di civîneke çapemeniyê da behsa navaroka civîna xwe ya digel Serok Macron û çend mijarên din yên girêdayî Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê kir.
Destpêkê Nêçîrvan Barzanî got: “Me îro civîneke baş digel Serok Macron pêk anî û me li ser çend mijaran gotûbêj kir, ji wan jî pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Fransayê. Herwesa weke hemû alî dizanin Fransayê rêkeftineke stratejîk bi Iraqê ra heye û di vê civînê da me tekîd kir ku, divê her du alî di zûtirîn dem da bi vê rêkeftina stratejîk pabend bin. Wekî hûn jî dizanin Fransayê roleke giring lîstiye, Fransa hem di warê siyasî û hem jî di warê leşkerî da alîkarê sereke ya Iraqê bû di şerê li dijî DAIŞê da û di hemû wan îstasyonên ku ji aliyê siyasî ve pêwîst bûn, bi timamî piştgirî û alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye û di vê civînê da me spasiya Serok Macron kir. Me, her wiha, behsa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û amaje bi wê yekê kir ku kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê da bi rêya diyalog û lihevtêgihîştina di navbera Bexda û Hewlêrê da bên çareserkirin. Serokomar Macron pabendbûna Fransayê bi piştgirîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir.”
Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsekê da derbarê danûstandinên Hewlêr-Bexdayê, çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan û destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê da got: “Ev pirs berî ku pirsgirêka navbera Iraq û Fransayê be, pirsgirêka di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê da ye, lê tiştê ku min ji Serokomar Macron bihîst, îro bêtir tekîd li wê yekê kir ka çawa dikare alîkariya me her du aliyan bike da ku em bikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin? Me di vê civînê da pirsa petrolê jî behis kir û hûn dizanin ku, Tirkiyê berheviya xwe nîşan daye ku destûrê bide petrola Herêma Kurdistanê bê hinartin, niha ev pirs li ser Bexdayê maye. Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Bexdayê ra di nava gotûbêjên çir daye ji bo çareserkirina van pirsgirêkan. Em hêvîdar in di zûtirîn dem da hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike.”
Derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê û got-gotka paşxistina wan, Serokê Herêma Kurdistanê got: “Me di civîna îro da behsa vê mijarê nekir, lê ya ku hûn dibêjin ku me û YNKê li ser paşxistina hilbijartinan li hev kiriye, nexêr tiştek wisa nîne. Ee erka li ser milê me bûye, weke Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê, me roja hilbijartinan diyar kiriye û em bi wê ve pabend in û pêwîste hemû alî li ser lidarxistina hilbijartinan di dema xwe da pabend bin. Hilbijartin pirseke giring e û peywendî bi şerîyeta Herêma Kurdistanê ve heye. Em naxwazin hilbijartin bên paşxistin û li ser vê yekê me bi tu aliyan ra rêkeftin nekiriye û me bi tu awayi behsa paşxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê nekiriye. Her di vê derbarê da dibe ku, di vê heftiyê da em digel birayên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bicivin û ev mijar û pirsên girêdayî
Herêma Kurdistanê di vê heftiyê de, emê digel birayên YNKê gotûbêj bikin, bi hêviya ku bigihin çareseriyeke guncaw ji bo wan hemû pirsgirêkên hene.”
Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê egerên serdana xwe bo Wezareta Berevaniya Fransayê û vexwendina Serok Macron ji bo serdana Herêma Kurdistanê da jî got: “Di bernameya vê serdana me da hebû ku em bi Wezîrê Derve yê Fransayê ra hevdîtin pêk bînin. Lê weke hûn jî haydarin birẑ Wezîrê Derve yê Fransayê li vir nîne. Wezîrê Berevaniya Fransayê berê jî serdana Herêma Kurdistanê kiriye, me jî di vê derbarê da ku zêdetir em behsa pirsa ewlehiya Iraq û Herêma Kudistanê bikin me serdana Wezareta Berevaniyê kir. Serok Macron bixwe jî pêşniyar kir ku em bi Wezîrê Berevaniyê ra li ser van mijaran biaxivin. Biryar bû ku, Konferansa Sêyemîn li Bexdayê bê lidarxistin, lê niha ew konferens hat paşxistin, tiştê min ji birêz Macron fêm kir ew pabend e serdana Iraqê bike û min ew vexwend ku di çarçoveya serdana xwe ya bo Iraqê da serdana Herêma Kurdistanê jî bike. Xweşbextane qebûl kir ku di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê da dê serdana Herêma Kurdistanê jî bike.”
Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsyareke din da li ser pirsên Iraq û navçeyê û çareserkirina pirsa mûçe û bûdceya Herêma Kurdistanê got: “Helbet mijarên gotûbêjên me bi tenê mijara Iraqê nebû. Helbet tiştên ku li herêmê diqewimin bi awayekî ji awayan bamdora xwe li ser Iraq û Herêma Kurdistanê jî heye, ev mijareke sereke ya gotûbêjên min digel birêẑ Macron bû, wî bi xwe jî beriya civînê amaje bi wê yekê kir bû. Em li ser vê yekê bi berfirehî axivîn. Di mijara mûçeyan da jî, helbet, wek ku hûn jî dizanin û min berê jî gotibû û dixwazim tekez jî bikim, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû awayî çûye pêş ku bi awayekî şefaf li ser vê pirsê tevbigeriyaye û hemû data bi awayekî rêkûpêk digel Bexdayê hatine gotûbêjkirin. Tişta ku ez niha dixwazim bêjim ew e ku bi rastî tu behane nîne ku Bexda mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, weke beşek ji Iraqê, neşîne. Em bi hemû rêkeftinan pabend bûn û hêviyên Herêma Kurdistanê ji Bexdayê jî ewe ku di zûtirîn dem da ev pirsgirêk were çareserkirin. Bi ti awayî nabe ku pirsa mûçeyên xelkê demeke dirêj bibe nûçeya medyaya Iraq û Herêma Kurdistanê. Hêviya me ji Bexdayê ye û em hêvîdar in di zûtirîn dem da vê pirsgirêkê çareser bike.”
Derbarê hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê û astengiyên li pêşiya wê, Serokê Herêma Kurdistanê got: “Tişta ku niha heye, pirsgirêk bi Bexdayê ra ye, ji ber ku Tirkiyê gotiye ew amade ne û vê yekê qebûl dikin. Niha li ser wê yekê maya ku hindek rêkar hene divê li ser wan bi Bexdayê ra li hev bikin, wek mînak girêbestên kompanyayên ku li Herêma Kurdistanê petrolê derdixin kontiraktên wan li Herêma Kurdistanê ji yên Iraqê cuda ne, tiştê ku Iraqê heye jê re dibêjin xizmetguzarî/service, yên me ne wisa ne, yên me hemû hevbeş in û bi hevbeşî me bi kompaniyan ra kontirakt kirine, wek mînak di qanûna bûdceyê da ji her bermîlek petrola Kurdistanê ra tenê şeş dolar daniye ku, ev jî gelekî kêm e, divê ev zêde bibe ji ber ku wan ji bo xwe ji vê zetir daniye, lê ji bo Herêma Kurdistanê nedaye. Ev yek ji pirsgirêkan e ku pirsgirêkek teknîkiye û divê digel Bexdayê çareser bibe, heta niha ez nikarin bêjim ku pirsek siyasî ye û Bexda rê nade petrol biherike. Bi dîtina min kêşe pirsgirêkeke teknîkî ye ku divê em çareseriyeke guncaw di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê da bibînin. Iraqê nêzîkî 5 milyar dolar ji hinardenekirina petrola Herêma Kurdistanê winda kiriye.
Herêma Kurdistanê dikaribû di vê pirsê da alîkar be, ne hinartina petrolê ne tenê ziyanê digihîne Herêma Kurdistanê, ziyanê digihîne tevahiya Iraqê, em hêvîdar in ku Bexda jî bi heman şêweyî wê yekê bibîne û çareseriyeke guncaw bibîne ku bi zûtirîn dem çareser bibe. .
Derbarê bandora kêşeyên herêmî li ser Herêma Kurdistanê, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê ji bo parastina Herêma Kurdistanê ji wan pirsgirêkan û hebûna tirsê li ser qewareya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê got: “Ev pirsgirêka ku li navçeyê heye bi tenê peywendî bi wî cihî ve nine ku pirsgirêk lê heye. Bê guman bandorê li ser tevahiya navçeyê dike û helwesta me ya ku me bi Serok Macron ra gotûbêj kir, ew e ku mijara alîkariyên mirovî divê di zûtirîn dem da bigihîje gelê Gezayê. Ev gava yekem e û divê kesên di destê Hamasê da jî bên berdan. Divê rê bê xweşkirin ku di paşerojê da çareseriyeke stratejîk ji vê pirsê ra bê dîtin. Li gorî me çareseriya rast çareseriya du dewletan e, du dewlet li wir, ev çareseriyek stratejîk e ku bi baweriya me tekane çareserî ye. Ji hemû aliyan ra diyar bû ku şer pirsgirêkê çareser nake. Ev pirsgirêk bi salan e li navçeyê heye, lê îspat kir ku pirsgirêk bi leşkerî nayê çareserkirin û divê bi rêya siyasî bê çareserkirin. Bi dîtina min çareserî avakirina du dewletan e. Nexêr, tu metirsiyek li ser qewareya Herêma Kurdistanê nîne, lê tiştê ku niha li Iraqê diqewime, hêzên çekdar ku car-caran firokeyên bêfirokevan dişînin Hewlêr û Eyn Esed û hin derên din, em wisa difikirin ku ev yek bi tu awayî xizmeta Iraqê nake. Em wisa difikirin ku ev yek xizmeta Herêma Kurdistanê jî nake û helwesta me jî ew e ku divê her tişt bê kirin daku Iraq nekeve nav wan kêşeyan. Rewşa Iraqê pir û pir taybet e û divê Iraq dûr be û hewlên cidî bide ji bo çareserkirina vê pirsê bi aştiyane.”
Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsyareke kanala 8ê ya li ser gefên hêzên Nucebayî yên Heşda Şeibî li dijî Îsraîlê, rêkeftina ewlekarî ya di navbera Îraq û Îranê da li ser hêzên opozîsyonê li Kurdistana Îranê û rola Herêma Kurdistanê di wê rêkeftinê da, got: “Helwesta me ew e ku em naxwazin Iraq bibe beşek ji van pirsgirêkan û min ti daxuyanî ji aliyê Tevgera Nûceba ve nebihîstiye, lê em hêvîdar in ku Serokwezîr, weke Fermandarê Giştî yê hêzên çekdar, divê rola xwe bilîze û em hemû alîkariya Serokwezîrê Iraqê bikin ku, bi tu awayî ev pirs ji bo Iraqê nebe pirsgirêk. Wek min berê jî behs kir, di mewdayek dûr da divê çareseriyek guncaw ji bo vê pirsê bê dîtin. Di mewdayek nêzîk û di demeke kurt da divê hewildan bên kirin ku agirbest bê ragehandin û alîkariyên mirovî bigihêjin Gezeyê. Weke em dibînin tişta ku îro li Gezeyê diqewime neraste. Gav bi gav piştî alîkariyên ku hatin dayîn divê ev pirsgirêk di demeke dirêjxayen da bi rêyên aştiyane bê çareserkirin. Ew pirsa peywendî bi Îranê ve heye, da ji wê yekê dest pê bikim, di navbera Iraq û Îranê da rêkeftinek ewlehiyê heye. Herêma Kurdistanê beşeke ji wê rêkeftina ku bi Komara Îslamî ya Îranê ra hatiye îmzekirin e. Li Herêma Kurdistanê em pabendî vê rêkeftinê ne û prensîbeke me heye ku, Iraq û Herêma Kurdistanê nabe bibin jêderê aloziyê û dirustkirina pirsgirêkan ji bo cîranên me. Herêma Kurdistanê nabe bibe penageha her grûpeke çekdar ku bixwaze li welatên cîran pirsgirêkan çêbikin û vegerin Herêma Kurdistanê. Xweşbextane hêzên opozisyona Kurdên li Îranê têgihiştineke tam ji rewşa Herêma Kurdistanê heye û di vî warî da gelek alîkar in. Em bi wê rêkeftinê ra pabend in û divê ew rêkeftin wek ku hatiye îmzekirin bê bicihanîn.”
Derbarê garantiya parastina canê penaberên sivîl yên Kurdistana Îranê di nava kampan da, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Nexşerêya pê pirsê ka çawa bê çareser kirin eve; piştî ew hêz, weke min behis kir, alîkar bûn û têgihiştineke baş ji rewşê ra hebû hatine nav kampan. Niha digel Neteweyên Yekbûyî berdewam di nava danûstaninan dane ku, divê ew van kampan biparêzin. Helbet ger Neteweyên Yekbûyî hate nav meseleyê, divê ev kamp kampên sivîlan bin û nabe çekdar di wan kampan da bin, ev weke prensîpê her kampekê li cihanê. Niha nexşerêya me ya çareserkirina vê pirsgirêkê wiha ye; divê hêzên çekdar di van kampan da nebin. Yên din jî dê wek sivîl di van kampan da bimînin û êdî piştî hîngê, ew dê biryara xwe bidin ka li Kurdistanê bimînin bi xêr û silamet, yan jî dixwazin biçin cihekî din? Vê pirsê zêdetir peywendî bi wan bixwe ve heye.