
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara yekşemê li Bexdayê civîneke çapemeniyê li dar xist û bi rojnamevanan re axivî û bersiva pirsên wan da.
Nêçîrvan Barzanî axavtina xwe de got:
“Hatina me ya Bexdayê di serî de ji bo beşdarîkirina di roja şehîdên Iraqê de bû, em beşdarî wê merasîmê bûn û ji doh heta îro me çend civîn û gotûbêj li gel hemû hêzên siyasî yên Iraqê, bi serokwezîr û aliyên siyasî yên Iraqê re li dar xistin. Helbet divê ev hevdîtin bi awayekî asayî bên kirin, ji ber ku heta em li vê erdnîgariyê dijîn û li vî welatî dijîn, gelekî normal e ku em serdana Bexdayê bikin û hewl bidin li gel Bexdayê pirsgirêkan gotûbêj bikin.
Di van hevdîtinên îro û doh de me behsa du mijarên sereke kir, ya yekem pirsa debara jiyana gelê Kurd e, ku li gor me hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên li hember Bexdayê cih aniye û niha jî li ser mijara mûçe, pêwîste li hemû parêzgehan de ev pirs bê çareserkirin. Nabe mûçe bibe pirseke siyasî yan jî karta fişarê li ser Herêma Kurdistanê. Helbet birêz Serokwezîr ji vê pirsê pir baş têgihiştiye û ez piştrast im ku dê bi hemû hêza xwe ji bo çareserkirina vê pirsê kar bike. Wek tê zanîn wî îro di civata wezîran de biryarek da, ku ne di rojeva civînê de bû, lê wî bi dilgermî tekez kir ku divê ev yek bikeve rojeva civînê. Civîna Encûmena Wezîran. Bi dîtina me biryara îro destpêkek baş e ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
Mijareke din jî mijara ewlehiyê ye, ku bi baweriya me şandina wan firokeyên bê firokevan bo Herêma Kurdistanê, asayişa Herêma Kurdistanê û ewlehiya Iraqê ye, ji ber ku hemû bi hev ve girêdayî ne û nikarin ji hev cuda bibin. Ev mijareke sereke bû ku me ligel hemû aliyan gotûbêj kir. Helbet ji bo vê yekê gotûbêjên zêdetir hewce dike, lê em hêvî dikin ku ev pirsgirêk çareser bibe.
Berxwedana gelê Herêma Kurdistanê û xebatkarên mûçegir, cihê spasiyê ye. Ji çar aliyê Kurdistanê em spasiya sebira wan bikin. Em hêvîdar in ku îsal mijara mûçeyan careke din nebe mijara medyayê. Divê mûçeyê fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke hemû karmendên din ên Iraqê bi awayekî asayî were dabînkirin.”
Piştre jî Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsekê de derbarê dema dawî ya çareserkirina kêşeya mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gotûbêjên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de axivî û got:
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî gelek cidî li ser vê pirsê kar kiriye, mesele ne tenê ez im, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandên ku ji Hewlêrê bi rêk û pêk hatin Bexdayê ne jî. Pirs ewe ku, divê ev yek ji kokê ve çareser bibe û nebe mijara medyayê. Niha em hêvî dikin ku îsal ev pirsgirêk bi awayekî ku nebe mijara medyayê çareser bikin.”
Derbarê pirsa sererastkirina yasaya bûdceyê û çareserkirina mafê Herêma Kurdistanê de jî got;
“Bêguman ji bo dabînkirina mûçeyên Herêma Kurdistanê zêdetirî 875 milyar dînar pêwîst e, ev tenê ji bo mûçeyan e, ev mijareke ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî zelal li ser vê mijarê tevdigere û her tiştê ku daye wan kesane. Niha jî dora Bexdayê ye ku mûçeyên Herêma Kurdistanê cîbicî bike û dabîn bike.”
Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsekê de derbarê pêwendiya di navbera biryara Encûmena Wezîrên Iraqê ya şandina 615 milyar dînar bo Herêma Kurdistanê bi serdana xwe ya Bexdayê de wiha got;
“Bi dilşadî doh serokwezîr got ku dê ev mijar ji bo civîna encûmena wezîran were rojevê, lê ev ne tenê hewla min e, berî min jî hikûmeta Herêma Kurdistanê şandeke şandibû Bexdayê. Rêvebiriya li gel Bexdayê û wan gelek hewl dan, hemû ji aliyekê ve me hewl da ku vê pirsê li gel Bexdayê çareser bikin.”
Di bersiva pirsekê de ku di civînên Bexdayê de heta çi radeyê li ser çawaniya rêgirtin li êrîşên firokeyên bê firokevan bo ser Herêma Kurdistanê û garantîkirina vê mijarê hatiye gotûbêjkirin, Serokê Herêmê di bersiva xwe de got:
Balafirên bê firokevan ên ku ji bo Herêma Kurdistanê tên şandin, serweriya Iraqê binpê dike û desthilat û nêrîna serokwezîrê Iraqê weke fermandarê giştî yê hêzên çekdar binpê dike. Helwesta me zelal e, em li gel çareserkirina van pirsgirêkan û dûbare nekirina wan in, wek garantî ti garantî negirtine, lê helwesta me wek Herêma Kurdistanê di axaftinên xwe yên li merasîmê de pir zelal e û min behsa Kurdistanê û Helwesta herêmê kir. Em helwêsta xwe dûbare dikin ku ew kesên ku li derveyî yasayan van karan dikin, berî her tiştî serweriya Iraqê tê binpêkirin, ji ber çi cudahî heye, wek mînak ferqa Hewlêr û Bexdayê çi ye? Hewlêr bajarekî Iraqê ye û serweriya Bexdayê û serweriya Hewlêrê jî heman serwerî ye, ku serweriya Iraqê ye. Binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê hinek grûpên çekdar ve, binpêkirina serweriya tevahiya Iraqê ye, ne tenê Herêma Kurdistanê. Divê ev raweste û nikare berdewam bike. Di vê mijarê de têgihiştinek baş heye. Ez dikarim bibêjim ku têgihiştinek baş heye û em hêvî dikin ku ev yek çareser bibe.”
Derbarê bûdce, danîna muhletê, çawaniya serastkirina yasayê û pêşbîniya civîna Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Serok Nêçîrvan Barzanî got:
“Hemû hewla hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku qanûna bûdceyê bi awayekî ku mafên mûçeyên Herêma Kurdistanê bê garantîkirin. Li ser mijara hilbijartinan jî mixabin hilbijartin hatin paşxistin û paşxistina zêdetir ya hilbijartinan rewabûna saziyên Herêma Kurdistanê dixe nava pirsê. Me daxwaz ji şanda Komisyona Bilind kiriye ku serdana Hewlêrê bike û sibe û roja din dê li gel hevkarên min ên di serokatiya parlamentoyê de bicivin û emê li ser rojekê biaxivin ku hilbijartin bên kirin. Pir mixabin ku ezê roja hilbijartinan di serokatiya Herêma Kurdistanê de diyar bikim û ji ber gelek sedeman nayê kirin. Ez hêvî dikim ku ev cara dawî be.”
“Pêwîste beriya wê em hewl bidin ku hilbijartin bên kirin û temenê komîsyonê dê ji bo pêvajoya hilbijartinê pirsgirêkan dernexîne.”
Derbarê çaresernekirina pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê, di bersiva pirseke din de jî got:
Em hêvîdar in û tiştê ku min ji serokwezîrê Bexdayê dîtiye, hemû alî dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe û hemû hewlên me jî ew e ku li gor yasayê çareseriyek ji vê pirsê re bê dîtin.”
Derbarê biryara hikûmeta Iraqê ya şandina pereyan bo Herêma Kurdistanê jî, Serok Nêçîrvan Barzanî got:
“Mijara dubare hinartina petrola Herêma Kurdistanê yek ji wan mijaran bû ku me ligel serokwezîr û wezîrê petrolê gotûbêj kir û em hêvîdar in di demeke kurt de ev pirsgirêk were çareserkirin. Min amaje bi wê yekê jî kir ku mafê mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê heye ku mûçeyên xwe werbigirin û em hêvîdar in ku biryara îro ya Encûmena Wezîran bibe destpêkek ji bo bidawîkirina vê pirsgirêkê.”
Di bersiva pirsekê de derbarê pêngavên diyarkirina posta parêzgarê Kerkûkê jî wiha got;
“Piştî ku encam hatin eşkerekirin û piştî îtîraz bi dawî bû, helbet emê dest bi gotûbêjan bikin. Ji aliyê xwe ve ez bibêjim ku em weke PDKê li gel YNKê li ser vê mijarê gotûbêj dikin. Em ê hewl bidin ji bo berjewendiya gelê Kurd li Mûsil û Kerkûkê bigihin têgihiştinekî.
gelek sipas”.